Hêvî têgeheke gelekî girift e ji bo min. Gelek mirovên li kampê yên ku hêviya wan nebû, îro li Emerîkayê ne. Û gelek mirovên ku hêvya wan hebû îro li Port Moresby ne. Lê tiştek heye, êdî ti kes ne li Manusê ye êdî, ha ew xilas.

w Hesen Zîrekî, ew mezintirîn muzîkjenê di dîroka Kurdistanê de ye. Ez îro jî lê dihisînim da ku girêdana min a bi welatê min re dewam bike. Şêrko Bêkes weke şair li ber dilê min herî bi qedr e. Û Bextiyar Elî jî weke nivîskar û romannûs.”

Behrouz Boochani, yan jî bi Kurdiyê, Behrûz Boçanî êdî ji girava ji penaberan re heps, Manusê filitî û li Zelanda Nû serbest e. Ew ji malpera rexnekirina kitêban a Los Anglesê LARB (Los Angles Review of Books) re peyivî. Emanuel Stokes li Christchurchê li qahwexaneyekê pê re rûniştiye. Wî di vê hevpeyvînê de ne tenê behsa berhemên xwe yên nivîsê kir, lê behsa 2 hezar û 669 rojên xwe yên hepsîbûnê jî kir. Hepsîbûna wî li navendên girtina penaberan (hepsên li giravan) bûye, û tenê bi hêviyê xwe li ser piyan girtiye. Lê muzîka klasîk û muzîka Kurdî, xasma jî Hesen Zîrek hêviya wî xurt kirine.

Ew xelatgirtina ji bo berhemên xwe weke êşekê bi nav dike: “Gava ku xelata (Victorian Prize for Literature) dan min, min got, xweziya nedana min careke din, ji ber ku ji bo min zehmet bû ez rahêjim xelatekê û li dora min li (Hepsa) Manusê mirov di nava zilmê de êş û azarê bikişînin. Rojnamevanî zehmetiyek e. Min nekarî hema ji xwe re rûnim û êşkencê, zextê qebûl bikim; min dixwest ragihînim. Û ez xebitîm. Lê belê, wext lê çû. Ev karên hanê hemû, kirinên berxwedanê bûn da ku mirov rûmeta xwe ya insanî biparêze û xurtiyê beramberî sîstemê hîs bike.”

Min zimanê hikûmetê red kir

Ew tîne bîra xwe ku înternet û medyaya civakî gelekî bi kêra wî hatiye xasma ji bo bersivê bide siyasetvanên ku ew û gelek penaber li giravan êsîr kiribûn: “Twitter baş bû, ji ber ku mirov ´nêzîkî´ siyasetvanan dibe, hûn dikarin yekser li wan vegerînin. Lê ti siyasetvan elaqeyê nîşan nade. Wan ti carî bersiv neda min û ti carî navê min hilneda. Ya rastî wan nedixwest bi rengekî hêzê bidin min. Wan tenê dixwest min nebînin, xwe li nedîtina min datanîn.

Ez timî hewl didim zimanekî ku rewşa me nîşan bide bi kar bînim, ji ber wê, min zimanekî weke yê hikûmetê bi kar neanî. Mînak; wan hepsa dûrî peravên xwe weke navenda pêvajoyê bi nav dikir, min ew weke heps bi nav kir. Wan digot, ev siyaset e, min got, siyaseta hovane ye, êşkenceya sîstematîk e. Di karên xwe hemûyan de min dîmenekî mirovên (penaber) bê guneh xêz kir, tam berevajiyê yê ku hikûmetê çêkiribû; (li gorî hikûmetê) ‘ew sûcdar in’. Ez dibêjim na, ew bêguneh in, ew mirov in.”

Ew di vê têkoşîna xwe de bi ser ket û hikûmeta Papua Gîneya Nû li ser biryara Dadgeha Bilind ev hepsa hanê ya li girava Manus girt. Behrûz Boçanî dibêje, jixwe, ya ku sûc dikir hikûmeta Awustralyayê bûye ku ev heps dan çêkirin. Ew malavahiya rojnamevan û çalakgerên di karê wî de pişta wî girtin dike û dibêje, ev encama hanê bêyî alîkariya van dostan wê neçûya serî.

Film ji kitêbê şiiranetir bû

Ew qebûl dike ku kitêba wî ya bi navê “Ji bilî çiyê dost nînin” tesîrek kiriye, lê bi ya wî sînema muhimtir e û filma bi navê “Çawka ji kerema xwe ji me re behsa zemên bike” yê Araş Kemalî Sarvestanî bi bîr dixe. Ew dibêje, ev projeya herî mezin a li girava Manusê bûye. Wî di kitêba xwe ya bêhtir bi nihêrîna rojnamevanî zimanê şiirî de  behsa giravê kiriye, lê bi ya wî zimanê filma navbirî bêhtir şiirane bûye.

Şêrko Bêkes û Bextiyar Elî

Gava têkiliya wî ya bi muzîkê re jê tê pirsîn, ew dibêje, “Ji ber ku derfet nebûn min (li Manusê) zêde kitab nexwendin, lê gelekî li muzîkê hisand. Nexasim jî li muzîka klasîk, Beethoven û Mozart. Min gelekî li wan hisand. Ez nikarim bibêjim kîjan ya herî zêde li ber dilê min xweş e. Ji ber ku, dema min telefonek bi hinan bi qaçaxî dida peydekirin, min ji wan re digot, hinek muzîka klasîk û her wiha muzîka gelêrî ya Kurdî jî. Weke Hesen Zîrekî, ew mezintirîn muzîkjenê di dîroka Kurdistanê de ye. Ez îro jî lê dihisînim da ku girêdana min a bi welatê min re dewam bike.”

Gava wêjevanên li ber dilê wî herî bi qedr tê pirsîn jî ew dibêje, “Şêrko Bêkes weke şair. Û Bextiyar Elî jî weke nivîskar û romannûs.”

Ji ber ku ew pirr behsa hêviyê jî dike, bersivê dide pirsa li ser girîngiya wê: “Hêvî têgeheke gelekî girift re ji bo min. Gelek mirovên li kampê yên ku hêviya wan nebû, îro li Emerîkayê ne. Û gelek mirovên ku hêviya wan hebû îro li Port Moresby ne. Lê tiştek heye, êdî ti kes ne li Manusê ye êdî, ha ew xilas.”