Rojhilata Navîn, ne tenê parçeyek ji parzemîna Asya ye. Navende û wek paradigmeyekê, bûye kêşa pirsgirêkan. Dikare weke “santral-problemetîka” jî werê bi nav kirin. Lê bingeha pirsgirêkan, ne ji navendê, li derî navendê têne dîzaynkirin. Aliyek siyasî ye, aliyek  bazirganî ye. Wek ku, gelên li Rojhilata Navîn, bi zanist, feylesof û siyasetmedarên xwe, neçar in, bêzar in û nikarin xwe rêvebibin, nikarin modelekê saz bikin; Ewropa,  ji bo herêmê li modelan saz dike. Modela herî dawî “islama nerm”e û weke “xet, yan jî kembera kesk” jî tê bi nav kirin.

Balkêş e ku, di kesayeta “modela pêşeng a Komara Tirkiyê” de, çeteyên DAIŞê û El Nusra jî derxistin holê. “Îslama kujer û kîndar”,  modela li derî exlak û li derî ademiyetê!...  Bi vî rengî û bi destê hêzên ku bi navê ola îslamê haraket dikin,  darbeyek li ola îslamê û cîhana îslamê dan.  Ev darbeya xedar, wê bibe sedema têkbirina nirx û pîroziyên ola Îslamî teva.  Dema ku nirx û pîroziyên ol’an hatin “heba” kirin,  parçebûn, têkçûn û  windabûn dest pê dike.  Her ol, xwedî termînolojiyeke taybet e û dibe bingeha kultura civakan. Di modela “îslama nerm” de, hem termînolojî hatiye winda kirin, hem pîvan û pîrozî hatine winda kirin. Parçebûna di termînolojî  de,  bûye sedema têkçûna disîplîna civakan. Her civak bi baweriya xwe disîplîne bûye û kulturek derxistiye holê.  
Mînaka herî balkêş  Komara Tirkiyê ye.  Bîrdoza îslama tirk û modela islama nerm,  êdî nirx û pîroziyên ola îslamê, bi giştî  kirina amur û alavên bazirganî.  Ola îslamê jî, mîna cografya herêmê hatiye parvekirin. Her parçe, li gorî termînolojiya xwe ya siyasî û bazirganî ola îslamê bikar tîne. Pratîk, rastî, bazirganî  û siyaset!...
Ev her çar gotin û biwêj bûne bingeha parçekirina termînolojiya ola îslamî. Mixabin stratejisyen û teorîsyenên siyasî, ku  desthilatdarên “tilbêt-xulam” rêve dibin; di karên akademîk de “sifrê waweylê” dijîn.  Lewma mirin, komkujî bûne kiryarên rojane. Her roj wek raporên “rasatxaneyên rewşa  hewayê” jimara mirin û kuştinên hovane didin. Rojhilata Navîn, parçeya ku wek navenda parzemîna Asya û cîhanê tê naskirin, di nava xwînê de digevize. Ji dûr, Libya, Misir, ji nêzîk, Iraq, Suriye, Rojava, Lubnan û Filîstîn... Gelên li Rojhilata Navîn bêxwedî ne. Tenê ne û bûne lîstika destê siyasetmedar û desthilatdarên xulam. Di lîteratura zimanê kurdî de ev nifşê xulam, “tilbêt” in. Yanî, ne li mala hukumran, li mala xwe, lê girêdayî hukumranan.  
Ewropî li mala xwe, li welatê xwe ne, lê “tilbêtê” wan, li dewletên wek stunên sîstema kapîtalîst têne zanin, yanî li netew-dewletan kar dikin. Komara Tirkiyê, yek ji van dewletên bi tilbêt e. Serokwezîrê Komara Tirkiyê û namzêdê serokkomariya Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, li dijî operasyona hêzên artêşa Israîl ya li Xezayê gotinek nema ku bikar ne anî. Lê derkete holê ku balafirên şer yên Îsraîl, li Tirkiyê benzina xwe didagirin; tankêrên ku petrola Başûrê Kurdistanê ji Ceyhanê bar dikin, dibine Israîl. Feylesofê Almanî Norman Paech, kiryarên Îsraîl yên li Xezayê weke sucê şer binav dike. Lê kî wê Îsraîl dadgeh bike? Eger hêzên serdest û hukumran çeteyên weke DAIŞê û El Qaîde saz bikin, xwedî bikin, bi çek bikin û bi jehra silêmanî bar bikin û berbidin nav serûguhên gelan; kiryarên Îsraîl jî nayên  dadgeh biklin.
Hêzên artêşa Tirk,  çil sal in li Kurdistanê, çekên kimyewî jî di nav de gelê Kurd, sivîl, zarok, jin, kal dikuje; li hemberî gerilayên Kurd sucên mirovahiyê dike, raya giştî ya cîhanê, dadgehên mafên mirovan, dadgehên sucên şer yên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û tevahiya saziyên  êtkildar bêdeng in.  Li Filîstînê;  Teel Zaatar, Şabra, Şatilla...
Li Kurdistanê;  Roboskê,  Geliyê Tiyarê, Xerzan û 4 hezar gundên şewitandî, bi sedan gorên komî ku sivîl û gerila di wan de hatine gomkirin...  Kanî vijdanê şiyar yê cîhanê û paradigma mîlenium û demokrasî?  Sedsala bîstan û bêhna barudê, goşte mirovan yê şewitî û kizirî, komkujî, wêranî, di destpêka sedsala bîstûyekê  de jî dubare dibe. Dîse jî, dengê Filîstînê û hawara gelê Filîstînê tê bihîstin; mixabin medya alternatîf ya cîhanê û rojnamevanên cîhanî jî, qîrên û hawara gelê kurd ne bihîstin. Ne di kuştina zarokên 3 salî de, ne di parçekirina bedenên zarokên 9,10 salî de, ne di kuştina kalan û komkujiyên bi çekên kimyewî  de, qîrên û hawara gelê kurd bihsîtin. Komkujî û wêraniya li Kurdistanê, berhemê “modela pêşeng” bû. Lewma dibin sîwana modelkêşên cîhan nû de, çeteyên DAIŞê jî li serê gelan kirin bela. Vêce, em bêjin; ne bihîstina qîrên û hawara gelê kurd, li gorî termînolojiya cîhana nû ye. Lê ala serxwebûn û azadiyê li serê Çiyayên kurdistanê, li Rojava û Kobanê, li ser  tixubê Serxet û Binxetê dibalive. Mîna helbestvanê Filîstînî dibêje: “Îro têk biçim jî, bedena min hatibe xurimandin jî / Sibe ezê di Bihareke nû de zindî bi can bibim”
Birêz Ocalan, her dem ji gerila û kurdan dixwest ku bibin “bihar û biharan biafirînin”. Li ser navê nirxên hevpar yên mirovahiyê, Rojhilata Navîn, navenda parzemîna Asya û cîhanê dişewite. Ev agir, ne li çavkaniyên bazirganiyê, li malan, li dilan, li bedenan dilîze. Hêvî û hawar dîse û tenê gelên li Rojhilata Navîn in.