
Li ser xebatên Yêkîtiya Neteweyî şandêya KNK’ê destpêkê bi rêvebirên KCK’re û piştre jî bi rêvebirên KJK’re rûnişt. KNK beriya bi demêkê li ser pêkhatina kongreyeke neteweyî encamnameya ji 21 xalan li raya giştî eşkere kiribû. Piştî vê ragihandinê şandeya KNK’ê bi rêvebirên KCK’ê û KJK’ê re li ser encamnameyê û ji bo pêkhatina van xalan gotebêj kir.
Di şandêya KNK’ê de Endamê Konseya Dîwanê Faruk Cemîl, Endamê Konseya Rêveber Dr. Kamuran Berwarî, Endama Konseya Rêveber û di heman demê de berpirsa Jinan, Pervîn Ezîz, Alîkara Hevseroka KNK’ê Şahla Hafit û Endamê KNK’ê Ferhat Doskî, di şandeya KCK’de jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun cih girtin.
Şandêya KNK’ê ji aliyê rêvebirên KCK’ê ve hate pêşvazîkirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik xerhatina şandeyê kir û got, ew bi hatina şandeyê ya li çiyayên Kurdistanê kêfxweş in.
Xebateke pîroz e
Di destpêka hevdîtîne de li ser navê şandêya KNK Farûq Cemîl got; heviya gelê Başurê Kurdistanê yêkîtiya neteweyî ye. Farûq Cemîl, îşaret bi girîngiya şêwra li Sileymaniyê li dar ketî kir, û got, “Piştî ku me konferans pêk anî em dixwazin konferanseke giştî jî li dar bixin. Bi rêka van konferansan em dixwazin armanca xwe ya yekîtîya Kurdan bi ser bixin, hêvî û hesreta Kurdan a ji bo yêkîtiyê bi cîh bînin.”
Paşê Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik li ser xebatên KNK ê ji bo yêkîtiya neteweyî axivî û got, xebatên KNK´ê pîroz û gîrîng in.
Yekbûna li dor fikra Neteweya Demokratîk
Şandêya KNK´ê bal kişand ser rewşa Rêberê Gelên Kurdistanê Birêz Ocalan û anîn ziman ku yê herî zêde ji bo xebata yêkîtiya Kurdan xebitiye û aniye vê astê, Birêz Ocalan e. Ji bo wê jî weke ku di encamnameya 21 xalan de jî heye û pir gîrîng e, pêkanîna azadiya Birêz Ocalan. Şande got; “Pêwîst e Kurd hemû li dora fikrên Ocalan ên netewaya demokratik kom bibin”.
Piştî civînê şandeya KNK’ê û Rêvebirên KCK’ê bi hev re daxûyaniyek dan çapemeniyê. Liser navê KNK´ê Faruk Cemîl daxwaz ji KCK’ê kir ku di xebatên wan de alîkarî û pişgîriyê bididine wan û wiha peyivî: “Li Başûr wê konferansek çêbe. Kongreya neteweyî pir girîng e. Em daxwaz dikin ku hemû partî, rêxistin di hûndirê vê xebatê de cih bigrin”.
Yekîtî ji av û hewayê lazimtir e
Li ser navê KCK’ê Cemîl Bayik axivî, got, ew bawer dikin ku KNK serketî wê karê Kongreya Neteweyî bike û wiha dewam kir: “Îro li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye, Kurd jî li Rojhilata Navîn dijîn. Şer jî bi giranî li Kurdistanê ye. Ji bo wê jî beriya av û hewayê, hewce ye ku Kurd yekîtiya xwe ava bikin. KNK jî li ser van esasan xebatan dike. Eger Kurd naxwazin derbê bixwin hewce ye ku zû yêkîtiya xwe ava bikin. KNK jî di vê derbarê de gav avetin, gava destpêke pir gîrîng bû, em wan pîroz dikin. Li ser vê pêngavê gaveke din jî diavêjin. Dibe ku astengî, pirsgirek derkevin lê KNK ji bo van çarêser bike hatiye ava kirin, ji bo ku karibe kongreya neteweyî ya Kurdistanê pêk bînê. Ji bo wê jî em di her alî de amade ne ku ji bo yêkîtiya Kurdan kar bikin. Ji ber ku yêkîtiya Kurdan ne tenê ji bo beşeke Kurdistanê ye ji bo hemû beşên Kurdistanê ye. Em hem KCK hem jî PKK amade ne ku bi erkên xwe rabin.”
KJK heta dawiyê bi yekîtiya neteweyî re ye
Piştî hevdîtina bi KCK’re şande bi birêvebirên KJK’re civiya. Şande, ji aliyê Koordînasyonên KJK’ê Besê Erzîncan û Dr. Jiyan Garzan ve hat pêşvazîkirin. KNK’ê bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd a li hemû beşên Kurdistanê û got, ew KNK´ê gîrîngiyê didin rola jinan a di kongrêya neteweyî de û anîn ziman ku pêwîst e destketiyên Jinên Kurd werin parastin.
Koordînasyonên KJK anîn ziman ku qehremaniya jinên Kurd a li hemû beşên Kurdistanê ji bo gelên dîtir û jinan bûye sembol û ew amade ne him destketiyên gele Kurd û bi taybet jî destketiyên jinên Kurd biparêzin, heya dawiyê ew piştgiriyê didin xebata yêkîtiya neteweyî û tê de jî cih bigrin.
Parastina destketiyên jinê hîm e
Piştî nîqaşan şandeya KNK û KJK daxuyaniyeke hevbeş da û li ser navê KNK’ê Perwîn Ezîz got,“Em hevîdar in ji bo demên pêş ku kongre, konferans û cîvîn hatin lidarxistin, KJK zêdetir çalak be. Mijara kongreya netewî heke parastina destketiyên jinên Kurd nexe rojeva xwe ya sereke, nikare serketî be.”
Li ser navê KJK’ê Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan jî got; “Berê jî me got, di parçebûna Kurdistanê de herî zede zerar li jinan dibe. Ji bo wê jî em amade ne ku di her alî de xebatên kongrêya netewî bikin û erkên xwe pêk bînin. Em dixwazin destketiyên jinên Kurdan biparezin. Herdu xebat di zik hev de dimeşin û herdû xebat jî hevdu temam dikin.”
BEHDÎNAN