Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî derbarê gotinên Nêçirvan Barzanî de peyivî û got:”Eger yekîtiya netewî hebûna, dê tu partiyeke Kurd hêvî ji dîktatoran nedikir.”
Taşçier, anî ziman ku piştî êrîşa li ser Kerkûkê diviyabû aktorên siyasî yên li herêmê bûbana yek, lê belê ev yekîtî pêk nehatiye û got: “Eger yekîtiya netewî hebûna, eger Kongreya Yekîtiya Netewî pêk bihatana, dê tu partiyeke kurd an jî saziyeke Kurd hêvî ji dîktatorên dewleteke din nekirina. Loma divê Kurd rojek berî rojekê yekîtiya xwe pêk bînin. Eger ev yek pêk bê, di bi tercîhên wisa re rû bi rû nemînin. Lê belê ev yek di asteke kêm de ye.”
Tu tişt bi ser nexistiye
Taşçier, bilêv kir ku Barzanî gelek caran helwestên bi vî rengî nîşan daye û got: “Di dîrokê de rewşên bi vî awayî rû dane, lê belê bi vî awayî Kurdan tu tişt bi ser nexistiye. Îdareyeke wekî dewleta partiyî heye. Eger Kurdên li Kurdistana Başûr bihatanan gel hev, dê PDK bi tena serê xwe nikaribûna ev yek bikirana.”