Jinên Tebqayê bi nameyekê berxwedana Leyla Guven silav kir.Jinan di nameya xwe de got, “Êşa te kete nava êş û hêviyên jinên li Filistîn û Sûriyê û hemû jinên cihanê. Ev berxwedaneke wisa ye ku ne çavan dît û ne jî guhan bihîst. Greva te ruhê berxwedanê li cem hemû jinên cihanê çand û te îsbatkirin ku ev berxwedan ne bi rakirina çekê ye û li bereyê rawestandinê ye, ew di îradeya her jinekê de derdikeve holê ku hewl dide azadiya xwe bistîne. Em wek jinên Tebqayê soz didin, em ê li ser rêya te bin û têkoşînê bikin da ku her jinekê azad bikin. Her wiha, em bêdengiya cihanê rûreş dikin û em ê heta dawiyê têkoşînê dewam bikin.”
TEBQA