Hunermendê Kurd ê bi nav û deng Reşîd Sofî, ev zêdetirî 40 salan e hem li ser muzîkên Rojhilata Navîn û ya Kurdî lêkolînan dike, hem jî distirê. Sofî ku li ser muzîkê 2 pirtûk nivîsandine, niha jî li ser berxwedana Kobanê stranekê amade dike.

Hunermendê Reşîd Sofî ku rizgarkirina Kobanê careke din vegeriyaye warê xwe û niha xebatên xwe yên muzîkê didomîne, serpêhatî û xebatên xwe ji ANHA’yê re vegotin.

Reşîd Sofî di 1953’yan de li bajarê Kobanê, di nava malbateke oldar de hatiye dinê. Ji ber ku bav û bapîrên wî gelekî bi ola xwe ve girêdayîbûn û bavê wî jî miftî bû, li Kobanê wekî malbata sofî tên naskirin. Paşnavî Sofî jî ji vir tê.


Destpêkê li hunermendên Misrî guhdarî dikir

Li gorî ku Reşîd Sofî dibêje, tevî ku bavê wî ji mûzîkê aciz dibû jî, ew û birayên xwe mûzîk pir guhdar dikir. Birayê Sofî yê mezin ê bi navê Mehmûd helbestên Melayê Cizîrî dixwendin. Reşîd Sofî jî li Kobanê di refa 8’an a dibistanê de dest bi muzîkê kiriye. Destpêkê muzîkên hunermendên Misrî gelekî guhdar kirine û li dibistanê jî stran gotine.

Reşîd Sofî, destpêkirina xwe ya muzîkê wiha vegot: “Min hunermend wekî Mihemed Ebdo, Mihemed  Ebd Wehab, Um Kelsûm û gelek hunermendên din min guhdar dikirin. Min gelek caran li dibistanê de stran digotin û keyfa mamoste û şagirtan ji dengê min re dihat. Di sala 1972’yan de mamosteyê min carekî amûra muzîkê ûd ji me re lêxist û min di wê demê de gelekî ji ûdê hez kir. Lewra min ji mamostê xwe xwest ku min fêr bike û wî jî ez fêrî kirim. Piştre min ji bo mamoste û şagirtan li ûdê lêxist. Li wir min biryar da ku dest bi mûzîkê û fêrbûna ûdê bikim.”


Lêkolînên li ser muzîkê

Reşîd Sofî piştî vê biryara xwe jî bi armanca lêkolîna li ser muzîkê çû bajarên Şam û Helebê. Li van deran Sofî bi gelek hunermendan re li ser mûzîkê nîqaş meşandine. Her wiha pirtûkên li ser mûzîkê xwendine. Di vê navberê de jî lêxistina amûra ûdê jî pêş xist. Sofî dibêje ku ûd berhemek çanda Kurdî ye û gelekî ji wê hez dike, lê li rex amûra qanunê jî lêkolîn kiriye û lêxistiye. Sofî muzîkên Ereban jî guhdar kirine û di gelek şahî û festîvalan bi ûda xwe stran gotine. Di sala 1975’an de li Misrê beşdarî hîn festîval û şahiyan bûye. Di encama lêkolînên xwe de Sofî di sala 1980’yan de li ser muzîkê 2 pirtûk nivîsandin.


Nehiştin pirtûk bêne çapkirin

Her du pirtûkên Sofî jî bi navê “Zimanê Mûzîkê” hatine nivîsandin. Lê yek li ser meqamên giştî yên mûzîkên Rojhilata Navîn ku di nav wan de meqamên Kurdî jî hene, yan din jî tenê li ser meqamên Kurdî hatiye amadekirin. Sofî xwestiye ku van pirtûkan çap bike, lê rêjîma Baas destur nedaye. Reşîd Sofî têkildarî mijarê wiha got: “Min herdu pirtûk piştî nivîsandinê radestî Wezareta Çandê ya Rêjîma Baas kirin da ku ez çap bikim. Lê Wezaretê mijar veguherand meseleyeke siyasî û rê neda ku ez çap bikim. Pirtûk jî nedan min.”

Reştî Sofî anî ziman ku niha derfet çêbû ye ku careke din van pirtûkan binivîse û  wê di demên pêş de dest bi nivîsandina wan bike.


Sê kaset û bi dehan awaz

Reşîd Sofî di sala 1984’an de kasêta xwe ya yekemîn a bi navê “Mêvanê dilê te me”, di sala 1994’an de kasêta bi navê “Xwezî hêvî pêk bihatana” çêkir. Bi van herdu kasetan navê Sofî li Sûriye û cîhanê belav bû. Piştî demekê jî kaseta sêyemîn a bi navê “Tu bi xêr hatî mala me” amade kir. Her wiha bi dehan awaz çêkirine û hinek ji wan dane hunermendên din. Reşîd Sofî di sala 2004’an de li ser daxwaza beşek ciwanan li Ukranya şahiya muzîkê lidar xistiye. Di Newroza 2005’an de jî li ser daxwaza ciwanên Kurd ên li Moskow, li vir tevlî şahiya Newrozê bû û awazên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Dar Opêra ya Qahîrêyê bawernameya rûmetê daye Reşîd Sofî.


Navendên perwerdeyê vekirin

Sofî di sala 1995’an de li Şamê vê carê dest bi dayîna dersên muzîkê dike û navendek perwerdeyê vekir. Di sala 2000’an de jî li Helebê navendek perwerdeya mûzîkê vekir. Di van herdu navendan de jî gelek şagirt perwerde kirine. Di 2013’an de Sofî li mala xwe ya li bajarê Kobanê dewreyeke perwerdê vekir. Di heman salê de li peymangeheke Kobanê jî perwerdeya muzîkê da.

Reşîd Sofî li ser şewaza muzîka xwe wiha dibêje: “Ez di stranan û mûzîkan de gelek meqamam bikar tînim. Meqamên gelên Rojihilata Navîn yên wekî Kurd, Ereb û hwd. ne. Di hinek stranan de 40 meqam hene û ev jî muzîka min ji yên din cudatir dike.”


‘Berxwedana Kobanê di dil de gelek awaz afirandin‘

Reşîd Sofî ku tenê ji bo xebatên xwe yên muzîkê ji Kobanê derketiye û mala xwe qet ji wir nebiriye, di dema êrîşên çeteyan de, bi malbata xwe re neçar maye ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Reşîd got ku vê yekê bandorek mezin li ser wî çêkiriye û wiha dom kir:  “Derketina herî zor bû. Dema ez li Tirkiyeyê bûm, gelek  muzîkjin û peymangehên muzîkê yên Ewropayê ji min re daxwazname rêdikirin da ku ez li wir xebatên mûzîkê bidim meşandin. Lê bersiva ‘ger ez tiştekî muzîkê çêbikim, pêwîst e li Kobanê û ji bo gelê Kobanê be’ bû. Hêviya min herdem hebû ku ez ê careke din vegerim Kobanê. Çavkaniya wê jî şervanên YPG û YPJ’ê bûn. Piştî rizgarkirina Kobanê, min biryara vegerê da. Berxwedana Kobanê di dilê min de bi dehan awaz çêkirin.”

Reşîd Sofî niha li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido xebatên xwe didomîne û dersên muzîkê dide. Li aliyekê jî xebatek dimeşîne ku tenê bi lêdana amûrên muzîkê berxwedana Kobanê vebêje. Dîsa li ser stranake têkildarî berxwedana Kobanê jî mijul dibe. Sofî ev xebata xwe hîn temam nekiriye, lê çend bend ji kameraya me ye gotin.



KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ