Rewşenbîr civaknas û hunermend lazim e bi erkên xwe rabin û destûrê nedin kesên biyanî çanda me ya xweşik bidizin yan jî bikin malê xwe. Ez pîr bûme, ez nikarim êdî tiştekî bikim, divê hûn li vê dewlemediya çanda xwe xwedî derkevin. Di dema xwe de tişta ku ji min hat, min texsîr nekir.

AYSEL AVESTA / FRANKFURT

Cemîla Casimê Celîl yek ji wan jinên Kurd ên Ermenistanê ye ku xwendina xwe ya bilind serketî temam kir û temamê karê û keda xwe terxan kir ji bo muzîkê û nexasim jî muzîka Kurdî. Berhemên wê piştre wê ji aliyê Instîtuta Kurdzaniyê ya Viyanayê ve bihatana weşandin ku bi serê xwe kuliyaeteke mezin a muzîka Kurdî ne. Ew 6 saliya xwe şahidiyê lê dike çawa bavê wê her mêvanê hatî mala wan rûdinîne, stranan bi wan dide gotin û tomar dike. Ew ne tenê ji ber ku keça Casimê Celîl e, şahideke zindî ya serpêhatiya beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê ye. Li ser rola xwe û rengê wê dayî vê serpêhatiyê jî ew dibêje, “Kesî nedizanî koma berxwedan kiye naveroka stranên wan cine. Lê dema min dida herkes pê serwext dibû,doza xwe miletê xwe nasdikir.Ez sala 1988 an cûn Sûrî û min gelek staran wê demê bi xwere anî.” Cemîla Casimê Celîl bersiv da pirsên me.

  

Di nava wan şert û mercên zahmet de we çawa dibistan xwend, berê we çawa ket xwendinê?

Ji ber ku di malbatê de xwendevan hebûn, min zahmetî nedît. Ez gelek bi şens bûm ku êz di nav malbateke rewşenbir û hunermend de mezin bûm. Ez ji zarokatiya xwe ve bi stranên Kurdî mezin bûm. Beriya Radyoya Êrîvanê jî me guh dida kilamên Kurdî. Bavê min her sibê ji me re Radyoya Bexdayê vedikir. Me wê demê guh dida dengê Eyşe Şan, Mihemed Arif Cizrawî. Paşê ev dengbêjanan, hemû hatin mala me. Mala me nêzîkî Radyoya Êrîvanê bû ji ber wê, kî dihat radyoyê dibû mevanê mala me. Hezkirin û elaqeya min ji bo çand û mûzîka Kurdî ji zarokatiya min ve dest pê kir. Ez bi çand û zimanê xwe mezin bûm.

Heger wisa ye, te çawa berê xwe da karê li Radyoya Êrîvanê? Û ew serpêhatiya li radyoyê çawa bû?

Min sala 1967´an li Radyoya Êrîvanê dest bi kar kir. Ez tam 35 salan bê navber xebitîm. Bavê min bingeh danî û ez li ser wî bingehî meşiyam. Piştî ku Sovyet wêran bû, dema weşana radyoyê daket nîv seatê, ez neçar bûm dev ji kar berdim. Sala 1988´an êdî Moskovê destûr neda ku kasetên Kurdî bên Êrîvanê. Wê demê me gelek zahmetî kişandin. Stodyoyên me wêran bûn, derfetên me yên karkirinê kêm bûn. Wê demê arşîvên me jî winda bûn. Gelek kes neçar man ku koç bikin. Gelek kes çûn Ewrûpayê. Demeke gelek zahmet bû, ji ber debara xwe mirov ji cîh û warê xwe bûn, û berê xwe dan welatê xerîbiyê. Ez gelek xemgîn im, tevî ku îro gelek derfet jî hene, lê disa jî li studyoyan kilamên Kurdî, li gorî tê xwestin nayên gotin. Xwestek kêmê, mirov serê xwe zêde naêşînin. Dike ku ez şaş bim, lê gelek kes hene, ev 20 sal in yek berhemek neafirandine.

Min di dema xwe de kilamên Koma Berxwedanê, Koma Azadî, Şiwan û Gulistanê, komên ji başûr û Rojhilatê Kurdistanê didan. Daxwaza min ew bû ku ez deng û çanda neteweya xwe bidim nasandin. Stranên Bavê Azad yên ji Rojavayê Kurdistanê û strana Ez Xelef im, bi gelek zahmetiyan min peyde dikirin û didan weşanê. Lê ez mêze dikim, tevî ku gelek derfet hene jî weke berê kes serê xwe naêşîne. Gelek kes ji Riya Tezê, welatên din dihatin, digotin ev çi kilam in tu van kilaman ji ku tînî. Min digot, ez dixwazim çanda miletê xwe bidim nasandin. Kesî nedizanî Koma Berxwedan kî ye, naveroka stranên wan çi ne. Lê dema min dida, herkes pê serwext dibû, doza xwe miletê xwe nas dikir. Ez sala 1988´an çûn Sûrî û min gelek stran wê demê bi xwe re anîn. Wê demê li Sovyetê rewş gelek xirab bû, tevî ku min dizanî dibe ku ez zirarê jî bibînim, lê dîsa jî min gav paş ve neavet. Ji ber ku ez di wê zanebûnê de bûm ku gelek keç û xortên me ji bo parastina ax û rûmeta xwe gelek berdêl didan. Ya min li ber keda wan ne tiştek bû. Niha gelek xelkê biyanî tên, çanda me talan dikin, didizin yan jî dikin malê xwe. Lazim e em li hemberî vê rewşê bê helwêst nemînin.

Te behsa talankirina çanda Kurdî kir. Ji bo ku em karibin çanda Kurdî biparêzin lazim e çi bê kirin?

Civaka me ya li Weletê Sovyetê bi sedên salan çand, ziman û hebûna xwe tevî zor û zahmetiyan jî parastiye. Rewşenbîr civaknas û hunermend lazim e bi erkên xwe rabin û destûrê nedin kesên biyanî çanda me ya xweşik bidizin yan jî bikin malê xwe. Ez pîr bûme, ez nikarim êdî tiştekî bikim, divê hûn li vê dewlemediya çanda xwe xwedî derkevin. Di dema xwe de tişta ku ji min hat, min texsîr nekir. Min carê yekê li ser daxwaza bavê xwe li piyano xist. Wê demê, ezmûnên min yên dibistanê hebûn û min ji xwe zêde bawer nedikir. Lê li ser israra bavê xwe, cara pêşî min li studyoya Êrîvanê li piyano xist. Wê demê min 55 stran qeyd kirin. Ez wê demê xwendevan bûn û min nedixwest ez bi karê hunerê mijûl bibim. Ger wê demê ev israr  nebûya, dibû ku arşîva me ewqasî ne dewlemend bûya. Divê çand û folklora me baş bê lêkolînkirin. Ev cand û zimanê me tevî hemû astengiyan talan û fermanan hat parastin, lê îro bi hêsanî ber bi tinebûnê ve diçe. Mihemed Arifê Cizrawî di staraneke xwe de dibêje, “her kes li ser dînê xwe tu yara min î”. Lazim e em jî li kur dibin bila bibin, divê em çand û hebûna xwe biparêzin. Êzîdî dibe Misilman dibe, çi dibe bila bibe, lazim e zimanê me bê parastin. Li gorî berê, gelek derfetên me çêbûne. Divê em ji arşîva xwe sûd wergirin. Gelek mirov dimirin lê em ezmûnên wan naxin malê dîrokê. Min li ser orkestra û koroya muzîkê nivîsiye. Lazim e li ser opera jî bê nivîsandin. Min gelek berhem tomar kirine, lê nehatine çapkirin. Dibe ku niha neyên çapkirin, lê ez dizanim ku vala naçin û wê bibin malê dîrokê. Li gorî min ya girîng, mirov binivîse. Em dibêjin, çiya û deşt li pişta me ne. Baş e, dema ku em ziman, çand û dîroka xwe neparêzin, em ê winda bibin. Em di nava Ermaniyan de mezin bûn. Lê ez hebûna xwe weke ronahiya çavê xwe diparêzim. Ji bo jiyana mirovan nan û av çiqas girîng be evçend jî çand û ziman ji bo hebûna civakan girîng e.

Cenabê te mamostetî jî kiriye, tu dikarî behsa wê serpêhatiya xwe jî bikî?

Berî xebata radyoya Êrîvanê, sala 1967´an min li bajarê Tahlînê karê mamostetiyê dikir. Wê demê, min bi awayekî profesyonel zarokên Kurdan li ser mûzîkê perwerde dikirin. Min wê demê dixwest ez komeke muzîkê ava bikim, lê ji ber ku li bajarê Tahlînê Kurd kêm bûn, min nekarî ez komê ava bikim. Milet wê demê belengaz bûn, li gundan diman. Min li Tahlînê gelek konser dan zarokên Kurdan. Keda gelek sazbendên Ermeniyan li ser min heye. Bi sedan kaset mûzik yên li ser çand û mûzîka Kurdî, di arşîvê ango pirtukxaneya bavê min de hene. Em xwedî çandeke dewlemend in, lê em nikarin nîşanî dinyayê bidin. Dema em bi xwe hevdû fêm bikin, wê demê wê her kes me fêm bike. Ereb, Fars û Tirkan çanda me talan kir. Di staranên me de dibêjin ya “dayê talan e, bavo talan e”. Em bi çanda dengbêjiyê heta roja îro hatine.

Ji bo Bakurê Kurdistanê û berxwedana xelkê li wir, cenabê te çi dibêje?

Ew berxwedêr, xwedî berxwedaneke mezin in, gotina min li hemberî mezinbûna berxwedana wan gelekî kêm e. Ez li ber keda wan lal dibim. Ew bi kilaman diçin şer. Divê em şehîdên Kurdistanê ti carî ji bîr nekin. Tiştek ji canê mirovan bi qîmettir tine, wan canê xwe daye ji bo Kurdistana şîrîn. Têkoşîna li çiyan, berxwedana li hepsan û grevên birçîbûnê, ji bo min gelek bi qîmet in. Ez hêvîdar im ku keda salan vala neçe û xeyalên Kurdan yên azadiyê pêk werin.

Te gelek caran behsa arşîva radyo û ya bavê xwe kir; niha ew arşîv li ku ne?

Ev nivîs û staranên ku min behsa wan kir, niha gelek ji wan li pirtûkxaneyên Êrîvanê ne. Pirtûkxaneyê jî li ser navê bavê min Casimê Celîl û birayê min Ordîxan e. Lê mixabin gelek ji wan berheman niha winda ne. Hunermed mûzikjenên me, lazim e qîmeta wan berheman zanibin. Lê ez bala xwe didimê, zêde qîmet ji çanda me ya hezarên sala re naye nîşandan. Berhemên niha ji çanda xwezayî gelek dûr in. Çand, dîrok û trajediyên civaka me, di kilam û stranên me de veşartî ne. Em weke civaka Êzîdî ji ber ferman û komkujiyan hatin welatê xerîbiyê, lê me çand û hebûna xwe heta îro anî. Me êş û azarên xwe di nava dilê xwe de hewand. Hêviya min ew e ku nifşê nû li vê dîroka kevnar xwedî derkeve.

 
 

Ji zaroktiyê ve di nav behra muzîka Kurdî de

 

Cemîla Casimê Celîl 19´ê sibata sala 1940 an de li Êrîvanê hatî dinê. Cemîla di sala 1958´an de dibistana xwe di asta jor de xilas dike û paşê dest bi karê mûzîkê dike; lê beriya wê jî ew hîna di 6 saliya xwe de di nava keftûlefta ji bo tomarkirina muzîka Kurdî de bû di hembêza bavê xwe de. Gava ew xwe dide nasîn, wiha behsa wê demê dike: “Ez keça Casimê Celîl im. Di sala 1955´an de gelek xwendevan tinebûn, wê demê bavê min Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Ehmedê Mirazî hebûn. Ev mirov wê demê di karê xwendin û kurdewariyê de çalak bûn. Ordîxanê birayê min jî wê demê tevî bavê min dest bi nivîsa Kurdî kir. Bavê min sala 1955´an li radyoya Êrîvanê dest bi kar kir. Wê demê, derfet gelek kêm bûn. Birayê min Ordîxan wê demê gelek xweş bi zimanê Kurdî dinivîsî. Nûrê Polat Nivîsên birayê min di radyoya Êrîvanê de dixwendin. Wê demê tenê 15 deqe dem ji bo zimanê Kurdî hatibû veqetandin. Ji wan 15 deqan, bavê min xwest ku rojê stranek bi zimanê Kurdî jî were weşandin. Bavê min wê demê 1500 stranên Kurdî tomar kirin da ku di radyoyê de bên weşandin. Kî dihat mala me, me ew mevan nedihesibandin, yekser stran bi wan didane gotin.”

 
 

Jiyanek mişt berhem

 

Li ser pirsa, ka çend berhemen wê hene û xebatên wê çi ne, Cemîla Casimê Celîl dibêje, “Ez ji zarokatiya xwe ve di nava çanda Kurdewarî de mezin bûm. Bi qasî 100 berhemên bi awazên Kurdî min berhev kirinê, ez hewl didim îsal bidim çapkirinê. Herwiha min du pirtûk li ser govend û dîlanên Kurdî amadekirine. Ez 80 salî me, tenê fikra min ew e ku ez van berheman çawa bikim malê dîrokê. Lê hûn hîn ciwan in, gelek derfetên we hene û hûn dikarin pirr tiştan bikin. Di sala 1973´yan de 3 pirtûk li ser çand û awazên Kurdî hatin çapkirin, lê hîn jî gelek berhem hene.“

Berhemên Înstîtûta Kurdzaniyê ya Viyanayê ev berhemên Cemîla Casimê Celîl çap kirine:

Stran û dîlanên kurdî. Bend 1 (2001)

Stran û awazên kurdî. Bend 2 (2002, tevî Naza Celîl)

Stran û awazen kurdî: Hewraman. Band 3 (2006)

Awazên kurdî. (2011)

Stran û awazên kurdî: Yêrêvan xeber dide. Bend 4 (2012, tevî Naza Celîl)

Stran û awazên kurdî: Yêrêvan xeber dide. Bend 5 (2012, tevî Naza Celîl)