MIHEMED HESEN / RANYA 


Li bajarokê Jarawe yê Silêmaniyê bi sedan kes çûn sersaxiya şervanê YPG’ê Newraz Resûl (Nemir Çiya) yê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûyî. 

Girseya gel a ji gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê çûyîn sersaxiyê, bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ çûn ber mala Şervanê YPG’ê Nemir Çiya û ji aliyê malbatê ve hatin pêşwazî kirin.

Li wir Endama Komîteya Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec axivî û got: “Em weke malbatên şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê sersaxiyê ji malbata şehîd Nemir Çiya û tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin. Rast e di destana Çiya de êş û azar heye, lê bê qurbanî azadî bi dest nakeve. Weke ku herkes dizane îro bi saya berxwedana gerîla, şervan û pêşmergeyan dijminê gelê Kurd gelek şikestine. Hêviya her şehîdekiye ku gelê Kurd yekîtiya neteweyî pêk bîne. Ev jî barê milê me ye. Pêwîst e em bi cih bînin.”

Ji bo me cihê şanaziyê ye

 Dayika şervanê YPG’ê Nemir Çiya, Miryem Hemed jî axivî û got: “Kurê min li ber gelê xwe jiyana xwe feda kir. Ez bi şehîdbûna kurê xwe serbilind im. Ji bo me cihê şanaziyê û serbilindiyê ye.” Piştre jî birayê   Nemir Çiya, Hisên Resûl xêrhatina girseyê kir û got; “Bi rastî hatina gel a li vir îspat kir ku şehîd Çiya ne tenê şehîdê me ye. Şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Cihê şanaziyê ye birayê min ji bo gelê xwe û Kurdistanê şehîd bû ye.