Şandeyek ku ji şaredar endam û rêvebirên şaredariya Efrînê pêk dihat hat serdana rojnameya me. Şandeya ku ev çar roje ji bo pirsgirêk û zehmetiyên gelê Rojava û bi taybetî yê Efrînê ragihîn in li Amedê ne.Şandeya ku li ser rewşa Rojava û Bakur rawestiya gel gazincê xwe anîn ziman. Şandeyê diyar kir ku ew ji bo dengê gelê Rojava ji Bakur re ragihîn in wan xwe li sînorê bi teqemanî û bi asteng dane hatine Amedê. Şandeyê da zanîn ku gelê Rojava bi salane ji bo Bakur têkoşiyane û xwîna xwe rijandine, lê îroj ew li bendê ne ku gelê Bakur bi heman hêstan li gelê Rojava xwedî derbikevin û wiha hat gotin: “ Em dibîn in ku li Bakur rêxistinek xurt heye. Lê xebatek ji bo Rojava ya ku girîng naye kirin. Me wekî şaredariya Efrînê ji bo hêviyên gelê xwe ji gelê Amed û Bakur re ragihîn in me xwe li gelek astengî û xeteriya qewimand. Îroj dema xebatêye. Em hatin ne ku hûn ji me re malevaniyê bikin. Em hatin dengê gelê xwe ragihîn in û gelê Amedê bi xwe re bibin Rojava.  Divê gelê Bakur bi awayekî hestiyar tevbigere û piştgiriyek xurt bide Rojava.” 

AMED