Bi vê tundiyê re û ji berk u alî li gorî plana aştiyê ya nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan tevnegeriyan ew jî bos edem ku Annan xwe ji vê peywirê vekişîne.
Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê NY Kofî Annan ragihand ku, ew dê dest ji peywira xwe berde. Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Moon ragihand ku, Kofî Annan gotiye dema ku di meha Tebaxê de peywira wî bidawî bû, dê biryara xwe nû neke.
Kofî Annanê ku ji aliyê NY ve weke Nûnerê Taybet bo Sûriye hatî terfî kirin, ji bo pevçûnên li Sûriyeyê rawestîne û lihevhatinê pêkbîne ‘planeke aştiyê’ ya 6 madeyî amade kiribû.
Di çarçoveya planê de dê agirbest bihata îlankirin û ji bo vê agirbestê kontrol bikin heyetek çavdêr ya NY şandibûn Sûriyeyê, lê li beramberî vê aliyan ti demê agirbest pêk ne anîn û pevçûn tundtir bûn. Li ser berdewamî û zêdebûna tundiya li Sûriyeyê û ji ber ku tu aliyan piştgirî neda vê planê ku bi ser bikeve lewre jî Annan neçar ma ku wekî nerazîbûn istîfaya xwe ji vê peywîrê bide.
Ji DYA'yê hişyarî
Piştî ku gel li Rojavayê Kurdistanê rêveberî xist destê xwe, Tirkiyeyê gef li Rojavayê Kurdistanê xwarin û li Pirsûsê tetbîqatên tankan dikir DYA’yê Tirkiye hişyar kir û got: “Rewş bêhtir ber bi leşkerbûyînê ve birin rêyek rast nîne.”
Berdevkê Wezareta Derve yê DYA’yê Patrick Ventrell di derbarê tetbîqata tankan ya Tirkiyeyê li navçeya Pirsûsa Rihayê de wiha got: “Em berjewendiyên ewlekariya netewî ya Tirkiyeyê fêm dikîn. Lê belê em difikirîn ku rewşa niha heyî hêj zêdetir ber bi leşkerbûnêyînê ve birin ne rêyek raste.”
Di civîna çapemeniyê ya rojane de, derbarê liv û tevgerbûna leşkerên Tirk yên li ser herêmên bi Rojavayê Kurdistanê re sînor pirsîn, Patrick Ventrell jî bersiv da û da diyarkirin ku, di derbarê pêşketinên li Sûryeyê bi awayek sererast bi mutefîkên Tirk re di nava diyalogekê de ne, Tirkiyeya ku li ser sînorê Pirsûsê baregehên leşkerî çêdike û gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe hişyar kir: “Em berjewendiyên ewlekariya netewî ya Tirkiyeyê fêm dikîn. Lê belê em difikirîn ku rewşa niha heyî hêj zêdetir ber bi leşkerbûyînê ve birin ne rêyek raste.”
ŞAM / WASHINGTON