Li Wanê Şaredariya Ertemêtanê bi piştgiriya ÎŞ-KUR’ê ve li taxa Emîn Paşa kursa berikan vekir û li vir 19 jin hînî çêkirina berikan dibin. Jinên ku berik, heqîb, çenta û xemilên li ser deriyan çêdikin motîfên, gola Wanê, dêra Axdamarê, pisîkên Wanê, Çilsariye, gulgulan dineqişînin. Jinên ku bi hevre re jibilî çêkirina berikan piştevaniya bihevre û parvekirinê jî hîn dibin. Jinên ku alîkariya debara malbata xwe jî dikin dê di dawiya 6 mehan de sertîfaka bigirin û bikaribin mamostetiya berikan bikin. Tiştên ku jin çêdikin di dawiya kursê de ji aliyê şaredariyê ve bê pêşandan. Jin bi vê kursê di heman demê de çandê digihînin nifşên din jî. 


'Jin bi vî rengî derdikevin derve'

Mamosteya kursê Leyla Burum diyar kir ku kurs di nava jiyanan de yekîtî û piştevaniyê xurtin dike û ji bo serbixwebûna aboriyê jî gaveke girîng e û jinên ku qet ji malan dernediketin bi vî rengî derdikevin derve jî. Ji kursiyeran Fatma Kipçak jî anî ziman ku ew ê tiştên ku hin dibin ji nifşên din de ragihînin û karê ku dikin bi kêfxweşî pêk tînin. Kipşak diyar kir ku ev kurs ji bo wan pir baş bûye ji ber ku ev pîşeya dayir û pîrên wan e, bihistine lê nedizanin, niha di kursê de hîn dibin. 


‘Divê jin tevli jîngeha kedê bibin’

Jinan bi navê Asli Kiyat jî destnîşan kir ku di kursê de ir kêfxweş dibin, şadî û xemginiya xwe parve dikin. Kiyat da zanîn ku divê jin di jîngeha kedê de cih bigirin. Kiyat diyar kir ku mehek û nîv e dest bi kursê kirine û li vir hem demê derbas dikin û hem jî çanda xwe didin jiyîn. Kiyat derbirê ku ew 19 jin in û pir kêfxweş in, berê l imalê aciz dibûn lê niha ne wisa ye, mamosteyên wan jî gelekê bi wan re eleqedar dibin bi saya wan hînî çêkirina berikan bûne. 


 DÎHA/WAN