Koma Parlamenê ya partiya lîberal a Elman FDPʼya eyaleta Thuringenê, diyar e wê miracaetî meclisê bike da ku xwe fesix bike û bi vê re jî hilbijartinê nû bibin. Serokwezîrê ku pêr bi dengê partiya nijadperest AfD hatibû hilbijartin ên ji FDPʼê Thomas Kemmerich doh got, “Vekişîn mecbûrî ye”.
Piştî hilbijartina wî berdevkê AfD ya Thuringenê destê xwe dabû Kemmerich û ew pîroz kiribû. Vê yekê ew dîmenên ku keyserê Elman destê xwe dida Hîtler anîbûn bîra gelekan. Pirraniya siyaseta Elman, hilbijartina Kemmerich weke serokwezîr weke darbeya serketî ya Björn Höcke bi nav kiribû. Tevî ku bi vê darbeyê dawî li serokwezîriya Bodo Ramelow hat anîn jî nerazîbûnên ji temamê siyaseta li derveyî Naziyan û Neo-Naziyan, kir ku serokwezîrê pêr hilbijartî doh gavê bi paş ve biavêje. 24 saetan piştî hilbijartina xwe, Kemmerich got, “Vekişîn mecbûrî ye” û da zanîn ku koma wî ya di parlamena eyaletê de wê ji bo fesixkirina parlamenê miracaet bike da ku ji nû ve hilbijartin bibe. Wî got, “AfDʼê doh bi fenên xayînane hewl da zirarê bike li demokrasiyê”. Piştî van gotinên xwe wî red kir ku bi AfDʼê re hevkarî kiribe.
Kemmerich pêr bi dengên AfD, FDP û CDUʼyê hatibû hilbijartin. Ev cara yekê bû ku AfDʼê destek da, da ku kesek bibe serokwezîr.
Seroka Partiya Çep a Thuringenê parlamentera eyaletê Susanne Hennig-Wellsow roja hilbijartina serokwezîr, ew pîroz nekir û kulîlkên ji bo pîrozbahiyê jî avêtin ber lingên wî. Cîhgirê serokê FDP´ê Wolfgang Kubicki pêr Kemmerich piştî hilbijartinê pîroz kiribû, lê doh jî doza hilbijartina nû kir. Serokwezîra Elmanyaya Federal jî elaqedarî hilbijartina serokwezîrê Thuringenê peyivî û bi alîkariya AfD hilbijartina serokwezîrekî weke kirineke, mirov nikare efû bike, bi nav kir. Lê CDUʼya Thuringenê heta niha qebûl nake ku hilbijartin ji nû ve bê kirin.
Ramelow wê dîsa bibe namzet
Heger ev darbeya hanê bê bêtesîrkirin li Thuringenê, hingê serokwezîrê berê yê ji Partiya Çep Bodo Ramelow wê dîsa bibe namzet ji bo ku hikûmeteke koalîsyonê ya Partiya Çepe, SPD û Partiya Keskan bi rê ve bibe. Cîhgirî serokê rêxistina Partiya Çep a Thuringenê, Steffen Dittes ev agahî parve kir û got, ev yek bi temamî jî rewa ye.
ERFURT