Danustandin didomin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta herêmê bi vê helwesta xwe bandora neyînî li ser aboriya herêmê dike û ev jî nîşan dide ku hikûmeta başûr hevkara ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta başûr gelek caran soz daye ku deriyê sînor veke, lê heta niha soza xwe bicîh ne aniye û derî jî hîn girtî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyên rewşa wan a awarte heye, dikarin derbasî başûr bibin. Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo vekirina deriyê sînor danustandinên bi hikûmeta herêmê re didomin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Nehiştin derbasî Rojava bibin
Welatiyên ku nekarî bûn ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî başûr bibin û berê xwe dabûn gundê Girbalat da ku derbasî başûrê Kurdistanê bibin, ji aliyê pêşmergeyan ve hatin astenkirin. Li ser vê yekê welatiyan demekê çalakiya rûniştinê lidar xist û piştre paş ve vegeriyan.
Piştî ku hikûmeta başûrê Kurdistanê diyar kir ku dê Deriyê Sînor ê Sêmalka vekin, zêdetirî 2 hezar welatiyên ji rojavayê Kurdistanê ku pêdiviyên wan ên lezgîn hene, ji bo ku derbasî başûr bibin hatin sînor. Lê rayedarên hikûmeta başûr, diyar kirin ku ew ê tenê destûra 300 kesî bidin û derstûr nedan ku hemû welatî derbas bibin. Li ser vê yekê welatiyan berê xwe dan riya gundê Girbalat da ku ji wir derbasî başûr bibin.
Lê welatî vê carê ji aliyê pêşmergeyên li ser sînor hatibûn bicîhkirin ve hatin astengkirin. Welatiyên ku ne razîbûn nîşanî vê helwestê dan, çalakiya rûniştinê lidar xist. Welatî piştî demekê jî neçar man ku vegerin malên xwe.
DÊRIK