Li Tirkiyê rejîma despotîk a R.T. Erdogan roj bi roj tundiyê li ser xelkê zêdetir dike. Êdî pir aşkere ye; ku Erdogan dixwaze bi tirsandin, bêdengkirin û pêşxistina polîtîkayên şer, hêzên demokratîk bêbandor bihêle û desthilatdariya xwe mayînde bike. Li hemberî despotîzma wî muxalefeta herî dînamîk têkoşîna Kurdan e; ji ber wê, kî xwe nêzikî Kurdan dike, rastî êrîşên saziyên dewletê tê...
Ji ber ku piştgirî dane rojnameya Ozgur Gundem a Kurdan, Seroka Weqfa Mafên Mirovan Prof. Şebnem Korur Fîncancı, Nûnerê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn hatin girtin. Dû re jî dozgeriya Tirk bang li parlamenterên Kurd ên HDPê yên ku parêzbendiya wan hatibû rakirin, kir ku herin îfadeyê bidin. Li ser vê pêşketinê HDPê jî daxuyand ku “ti parlamenter narin îfadedayînê û ji ber ku xelkê ew hilbijartine û ewê tenê hesabê bidin xelkê!”
Wer xuya ye; gelek rewşenbîrên Tirkiyeyî êdî pê hesiyane ku rêya aştî, aramî û demokratîkkirina Tirkiyê tenê ji piştgirî û dostaniya bi têkoşîna Kurdan re derbas dibe. Ji xwe îro tenê têkoşîna Kurdan hêvî û cesaretê dide kes, kom û hêzên demokratîk.
Saziyên dewletê gişt gorî daxwazên Erdogan tevdigerin û dewlet bi her saziyên xwe ve pûç bûye. Li gel vê yekê, xeynî HDPê partiyên din CHP û MHP tenê wek dest û piyê rejîma Erdogan tevdigerin. Helbet, di rewşeke wisa aloz de bilindbûna dengê rewşenbîrên demokrat û xwedî wijdan, hêviyek e.
Piştî ku rewşenbîrên piştgirî dane çapemeniya Kurdî, hatin girtin, di heman rojê de ji sedî zêdetir rewşenbîrên din ji bo piştgirîdayîna Ozgur Gundemê amadebûna xwe aşkere kirin. Herwiha; ji 60’î zêdetir rewşenbîrên din jî hişyarnameyek weşandin û gotin; “ji rejîma Erdogan re êdî bes e!”
Yanî cesaret pêş dikeve!..
Li gel van pêşketinên hundirîn, Erdogan israra xwe ya ji bo lawazkirina destketiyên Kurdên Rojava û xelkên bakurê Sûriyê jî dewam dike. Lê bi her gotina xwe, xwe dixe bin tawanbariya hevkariya bi DAÎŞ û El Qaîdeyê re. Ji ber ku hewldanên rejîma Tirk ên ji bo krîmînalîzekirina PYDê û YPG/YPJê heta îro pêk nehat; ev demek e Erdogan bûye wek berdevkê koma selefîst, Eniya Nûsrayê. Wekî tê zanîn Nûsra baskê El Qaîde yê li Sûriyê ye. Erdogan giliya xwe li dewletên rojavayî dike û dibêje; “hûn çima PYDê wek terorîst qebûl nakin, lê Nûsrayê re dibêjin terorîst! Nûsra jî li dijî DAÎŞê şer dike!?.”
Ew dixwaze li hember destketinên Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD), hêzên selefîst ên hov meşrû bike û wan li dijî destketiyên Kurdan û xelkên din ên li herêmê bikar bîne. Lê li gel lîstikên qilêr ên Tirkiyê, xelkên din hên zêdetir elaqeyê nîşanî HSDê û rêveberiya Federasyona Rojava-Bakurê Suriyê dikin. Hêzên çekdar tevlî HSDê dibin, xelk jî bi dilşadî wan pêşwazî dike û tevlî pergala federalî ya demokratîk dibe. Xelkên Sûriyeyî jî li hinda Kurdan bi hêvî û cesaret dibin…
Herwiha li Iraqê jî rewş wisa ye.
Him li Tirkiye û him jî li Iraq û Sûriyê hemû hêzên demokratîk êdî xwe nêzikî Tevgera Azadiyê ya Kurdî dikin. Her ku hêzên demokratîk xwe nêzikî Kurdan dikin, him cesareta berxwedanê û him jî hêviya aramîbûn û aştiya herêmî bilindtir dibe.
Kurd bi têkoşîn û perspektîfa xwe ya siyasî ya wek pêşxistina pergaleke demokratîk û jiyaneke serbixwe û azad, hêviyê didin xelkan giştan ku li Rojhilata Navîn hemû xelk bi rengê xwe yê etnîkî û dînî bikanin bi hev re û di nava aştî û aramiyê de bijîn. Dostaniya bi Kurdan û bi têkoşîna wan; cesareta pêkanîna hêviya Rojhilata Navîn a demokratîk e…
Li hinda vê yekê,rejîm û siyasetên ku Kurdan û mafê wan ji nedîtivê tên û dijminatiyê li Kurdan dikin, gişt her diçe pûç û lawaztir dibin. Qîreqîra Erdogan jî ji ber vê yekê ye…