Hevkariya ENKS’ê bi dewleta Tirk re her ku diçe zêde dibe. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî nêzî ENKS’ê hatî wergirtin, Endamê Polîtburoya “Partiya Demokrat a Kurdistan-Surî” (PDK-S), bi pêşengiya serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê “Encumena Niştimaniya Kurdistan a Surî” (ENKS) Kamuran Haco civînek hatiye lidarxistin. Civîn di 19’ê Hezîranê de li Hewlêrê pêk hatiye. Armanca lidarxistina civînê ew e ku li Efrînê bi dewleta Tirk re têkilî bên xurtkirin. Çavkanî dike ku ENKS, ji bo ku destkeftiyên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin tinekirin, bi dewleta Tirk re dixebite. Tê gotin mijara sereke ya civînê PYD bûye.

Dîsa hate gotin ku Haco di civînê de gotiye: “Têkiliyên ku bi dewleta Tirk re didomin. Ger hêj bên xurtkirin dibe ku ew jî di vê serdemê de derbasî Efrînê bibe.Niha em bi dewleta Tirk re hevdîtinan dikin, ya girîng ew e ku em van hevdîtinan bi dizî an aşkere bikin. Di vê mijarê de em ê biryarê bidin û divê ENKS jî tevlî biryara me bibe. Endamê lijneya serokatiya ENKS’ê Mihemed Îsmaîl jî di civînê de wiha axiviye: “Di navbera Saziyên Sivîl ên girêdayî ENKS’ê de her daîm nakokî derdikevin. Dema ku ev yek di çapemeniyê de jî derdikeve dibe sedem ku dewleta Tirk baweriya xwe bi me neyîne. Divê em aliyên ku dibin sedema nakokiyan bêdeng û beralî bikin.”

Di civînê de ev biryar hatine girtin;

1-Divê hemû kes gotin û çalakiyên ku têkiliyên me bi Tirkan re xera dike neke.

2-Divê li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê ku li hemberî gel tên kirin deng neyê derxistin.

3-Wê ji Tirkan daxwaza piştgiriya PDKS’ê bê xwestin.

4-Ji bo baweriya Tirkan bê girtin û xwe îspat bikin dê li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêkûtî bên meşandin û di nava gel de fitne û fesadî bê derxistin.

5-Wê der barê xebatên PYD’ê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de bi awayekî rêk û pêk rapor ji dewleta Tirk re bêne şandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN