Yekemîn alîkariya ku li ji aliyê 770 saziyên sivîl ên civakî û 20 partî û rêxistinên siyasî ve di bin navê Platfroma Piştgiriya Gelên Suriyê de kampanya dabû destpêkirin, di Deriyê Sînor ê Nisêbînê re derbasî bajarê Qamişlo bû. Alîkariya ku piştî pêvajoya şoreşê cara yekemîn tê derbaskirin di saetên piştî nîvro de bi 7 wesayîtan hate derbaskirin. Di nava alîkariya ku ji 70 tonan pêk dihat, ji ard, heta şîrê zarokan, derman, madeyên xwarinê û hwd. heye.

Di dema derbasbûna  alîkariyê de, çapemeniya herêmî û ya bakûr û Tirkiyê jî eleqeyek mezin nîşan da. Ji bo ku qamyonên alîkariyê derbas bibin, xendekên ku beriya niha ji aliyê rejîmê ve li ber deriyê sînor hatibûn kolan, hatin tijekirin. Piştî ku ev xendek hatin tijekirin û muameleyên fermîn hatin çêkirin, qamyonên ku li pêşiya wan bi zimanê Kurdî û Tirkî pankarta, “Ji vîna gelan re rêzdarî, ji ambargoyê re na” hatibû daliqandin. Qamyonên ku yek bi yek derbasbûn li aliyê Qamişlo hatin valakirin û li qamyonên din hatin barkirin, piştre jî ji aliyê komîteya alîkariyê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd ve teslîm hatin girtin.
Di dema derbaskirina alîkariyê de, li ser navê Platforma Piştgiriya Gelên Suriyê Zubeyde Teker, Ayşe Gokhan, Racî Bîlîcî û Abdulganî Bîlge bi Kurdî û Tirkî axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ji bo alîkarî bigihîje Rojavayê Kurdistanê gelek hewldanan hatine nîşandan û di encama van hewldanan de jî deriyê sînor ji bo derbasbûna alîkariyê hatiye vekirin. Her wiha hate gotin ku ev alîkariya tê derbaskirin wekî destpêkê ye û dê berdewama wê jî bê. Di axaftinan de hate diyarkirin ku partî û saziyên bakûrê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Rojava dikin û heta dawiyê jî wê vê piştgiriya xwe bidomînin. 

MÊRDÎN