Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Demîrtaş destnîşan kir ku çalakvanên li Strasbourgê li ber sînorê mirinê ne. Demîrtaş bal kişand ser bêdengiya CPT û Konseya Yekîtiya Ewrûpayê û got, "Hin saziyên li Ewrûpayê bi Tirkiye re hevkariya sûcê îşkenceyê dikin."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP´ê ya li Meclîsê de li ser komkujiya li Roboskî, şertên girtîgehan, çalakiyên greva birçîbûnê, rewşa kurdên Sûriyeyê, destûra bingehîn nû û doza KCK'ê rawestiya.
Demîrtaş, di serî de komkujiya Enfalê ya li dijî gelê Kurd bibîrxist û sersaxî ji malbatên kesên di Enfalê de jiyana xwe ji dest dane re xwest. Demîrtaş her weha bal kişand ser komkujiya Roboskiyê jî û diyar kir ku 111 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûne, lê heta niha komkujî ronî nebûye. Demîrtaş, anî ziman ku hîn nediyar e ku çima lêpirsîn ji aliyê Dozgerê Erka Taybet ve tê meşandin û ji gelek pirsên din re hîn bersîv nehatine dayîn.
Roboskî hîn ronî nebûye
Demîrtaş, diyar kir ku hîn agahiyên Komkujiya Roboskiyê ronî nebûye û wiha got: "Eger hikûmet nizanibe kê biryar û ferman daye rabûna balafiran û kê ferman daye bombekirinê wê demê ev bi xwe skandal e. Heta erêkirina hikûmetê tune be balafir nikarin bifirin û nikarin metreyekê derbasî sînor bibin. Zagon û destûra bingehîn wisa dibêjin. Wê demê berpirsiyariya siyasî di destê hikûmetê û AKP'ê de ye. Divê ev hemû pirsên tarî bên bersivandin û ronîkirin."
Demîrtaş, anî ziman ku çapemenî 12 saetan li hemberî komkujiyê bê deng ma û li hemberî fermana hikûmetê tev digere. Demîrtaş, anî ziman ku eger çapemenî û kesên din hesap ji vê yekê nepirsin ew jî hevkarê komkujiyê ne. Demîrtaş, destnîşan kir ku heta kujerên komkujiya li Roboskiyê neyê ronîkirin û hesap neyê pirsîn wê destûr nedin ku dosya bê girtin."
Li girtîgehan îşkence di dewrê de ye
Demîrtaş di axaftina xwe de bal kişand ser îşkence, dijwarî û binpêkirina mafan a li girtîgehan û anî ziman ku girtîgehên pirsgirêkan nejîn tune tune ye û wiha got: "Girtî rastî îşkenceya fîzikî û derûnî tên. Bi hezaran û 10 hezaran girtî rastî îşkenceyê tên. Girtîgeha Osmaniyê soz da ku şertan baş bike. Em ê bişopînin. Pêkanînên 12'ê Îlonê, niha li Osmaniyê pêk tên. Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmirê jî pêkanînên dijmirovahî pêk tên. Bi taybetî jinan û malbatan tazî dikin û li ser wan lêgerîn dikin. Girtî ji ber dirûşmeyan 3 mehan rastî ceza tên, ji ber daxwazname dane salekê rastî cezayê nameyê tên. Girtîgeh vegeriya ye bombeya li ber teqînê. Divê Wezareta Dadê van rastiyan baş bibîne."
Ewrûpayê hevkariya îşkenceyê dike
Demîrtaş, da zanîn ku zêdeyî 2 hezar girtî ji bo daxwazên civakî, tecrîda li girava Îmraliyê, operasyonên siyasî û leşkerî û daxwazên gelê kurd 63 rojin di grevê dene. Demîrtaş destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yê li Strasbourgê li ber sînorê mirinê ne û bal kişand ser bêdengiya Ewrûpayê û wiha got: "Li hemberî grevên birçîbûnê hem hikûmet hem jî saziyên Yekîtiya Ewrûpayê bêdeng in û ev bêdengî balkêş e. Bêdengiya CPT´yê manîdar e. Divê were dîtin ku di mijara îşkenceyê de êdî hin saziyên Ewrûpî hevkariya sûc dikin. Divê nûnerên Yekîtiya Ewrûpayê rewşa li Tirkiyeyê rast bibînin û agahiyên rast bidin saziyên xwe. Eger vê nekin, Konseya Yekîtiya Ewrûpayê û CPT wê hevkariya sûc bikin û ji ber vê yekê em ê jî bêjin CPT hevkarê vê îşkenceyê ye."
Tirkiye li Sûriye statuya kurdan naxwaze
Demîrtaş, bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de Tirkiye şaş nêzî mijarê dibe. Demîrtaş, helwesta AKP'ê ya li hemberî çareseriyê jî rexne kir û wiha axivî: "Serokwezîr di daxuyaniyên xwe ya serdana Çînê de li dijî Sûriyeyê axivî û bêyî ku meclîsê, wezîrê xwe û civakê agahdar bike dixwaze şer îlan bike." Demîrtaş, Serokwezîr Erdogan rexne kir û anî ziman ku li dijî Sûriyeyê di nava nakokiyan de ye û wiha got: "Ji bo gelê kurd nebe xwedî statu, dixwaze li herêmê tamponê ava bike. Herêmê dagir bike. Dixwaze gelê kurd ê li Sûriyeyê ji mafê xwe bê par bimîne. Çima em Kurdistan bi perçeyên din re nebin yek milet. Çima Tirkiye bi Gurçîstan û Ozbekîstan re dibe yek netew, lê çima gelê kurd nebe yek netew."
Divê rejîm bê guhertin, lê bi hêza gel
Beyî darizandinê ceza tê birrîn Demîrtaş, darizandina siyasetmedarên kurd jî rexne kir û weha got:"Doza sereke ya KCK di aliyê rastiya Tirkiyeyê de sembol e. Parlementer, şaredar, endamên partiyê û ciwanên BDP'ê 3 salin girtî ne. Lê hîn nikarin bi zimanê zikmakî parastinê bikin û nikarin xwe biparêzin. 3 salin hiqûq nayê meşandin. 3 salin tu gav nehatine avêtin. Niha bi vî halî 5 sal ceza bê darizandin hatiye dayîn."
Demîrtaş diyar kir ku hişmendiya dadgehên îstîklalê, dadgehên dewletê, dadgehên bi rayeya taybet hemû yek e û wiha axivî: "Rêbaz û nav hatiye guhertin, lê feraset û hişmendi nehatiye guhertin." Demîrtaş, anî ziman ku waliyên herêmê yên Amed, Riha, Êlih, Dêrsim û bajarên din dezgehên îmzeyan ên daxwazên kurdan ku ji statu, rêxistinbûn, nasname û perwerdehiya zikmakî pêk tê li welatiyan qedexe kiriye û ev li dijî hiqûq û demokrasiyê ye.
DÎHA/ENQERE