Malpera Intelligence Online, a ku xebatên servîsên sîxûrî yên cîhanê dişopîne  got; “Parîs û Enqere çalakiyên krîza li Sûriyeyê koordîne dikin û bi hev re piştgirî didin Artêşa Azad a Sûriyeyê ya li ser xaka Tirkiyeyê xebatê dike.”
Intelligence Online, diyar kir ku bi xêra vê yekê hevkariya Fransayê ya li hemberî PKK’ê jî zêde bûye û got; “Ev nêzîkbûn bû sedem ku Tirkiye li hemberî serxwebûnperestên Kurd ên PKK’yî alîkariyeke mezin ji Fransayê werbigire. 8 rêveberên Îstîxbarata Navxweyî ya Navendî (DCRI) ji bo hevkariya li dijî PKK’ê û pêkanîna operasyonên li hemberî PKK’ê li Enqereyê bûn. Tê payîn ku servîsa sîxûriyê ya rêveberiya Parîsê di rojên pêş de zextên li ser serxwebûnperestên Kurd ên li Fransayê bişidîne: Di du mehan 70 binçavkirin pêk hatin û 10 milîtan jî niha di girtîgehan de ne.
Li Fransa doza ku têde 18 siyasetmedarên Kurd û Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya tên darizandin biryara dadgehê di 2’ê mijdarê de diyar bû. Di doza li dadgeha Frensî de cezayên ji bo siyasetmedarên Kurd hatine birîn hat taloqkirin, digel Riza Altûn biryara desteserkirina 4 kesan hat rakirin; lê belê biryara girtina komeleya Kurd hat dayîn. Dadgehê cara yekem qebûl kir ku doz, siyasî ye û tundûtûjiya diqewime du alî ye.


 PARÎS