Komên girêdayî rêxsitina El Qaîdeyê şerê topyekbûn li dijî hebûna gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê dewam dike. Ji bo îradeya Kurdan têk bibe hemû şêweyên kuştin û komkujiyan dikin. Dûrî exlaqê şer û zagonên navnetewî, mîna barberan zarok û jinan serjêdikin û malan dirûxînin, gundan dişewtînin. Fetweyên cîhadê li dijî Kurdên Rojava derxistin û bi vê yekê re pîlan dikin her 3-4 milyon Kurd di vî beşê Kurdistanê de bikujin û tam ji holê rakin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek hêzeke rewa ya gelê Rojava li dijî pîlana komên çete yên girêdayî El Qaîdeyê berevaniya xwîn û malên welatiyan dike. Li gelek hereman derbeyên xurt li terorîstan xistiye. YPG bi pisporî û bi fedekariya şervanên xwe dikarîbû pîlana van komên terorîst û çete têk bibe û li gelek deveran wan bişkîne, bi sedan jî ji endamên wan bikuje.
Niha li sê eniyan şer hîna berdewam dike. Li gorî agahiyên bêalî şervanên YPG li meydanê hakim in. Li herema Serêkaniyê komên terorê ji wir hatine derxistin û bi sedan windahî dane. Tenê li gundekî bi cih bûne û ji wir bi hawanan taxên bajarê Serêkaniyê didin ber bombeyan. Hemû kes dibe hedefa wan, çi Kurd çi Ereb û çi Asûrî. Li heremên Rimêlan û Girê Spî jî van komên derbeyên xurt xwarine, bi sedan kuştî dane û neçarî xwevekşandinê bûn.
Ji ber têkçûna li meydana şer, komên El Qaîdeyê li bajarên Til Hasil û Til Eranê ku dikevin rojhilat-başûrê Helebê komkujiyên hovane kirin. Li gorî rapora Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan bi qasî 300 jin û zarok li ser destên terorîstan hatin qetilkirin. Komkujiyek mezin çêbû. Pîlana hêzên El Qaîdeyê ew e ku tevahiya herema bejahiya Helebê ji Kurdan paqij bike da ku karibe li wir 'dewleta Îslamê' ava bike. Ev herem jî ne axa rojavayê Kurdistanê ye, lê bi sedhezaran Kurd li wir dijîn.
Gelê Kurd li Rojava, tevahiya netewa Kurd û Kurdên li Ewropa hemû bi yek dengî berxwedana YPG'ê silav kirin. Her Kurdek li vê cîhanê dizane ku li Rojava artêşeke Kurdan heye navê wê YPG ye, ew destûrê nade neyarên hebûna Kurd komkujiyên xwe dewam bikin. Niha YPG bûye sembola berxwedan û tekoşîna beşê Rojavayê Kurdistanê. YPG bûye navnîşana şoreşa netewa Kurd û ji bo her Kurdekî cihê serbilindî û şahnaziyê ye. Li Başûr, Bakur, welatên berê yên Sovyatê û welatên Ewropayê bi milyonan Kurd ji bo silavkirina YPG'ê derdikevin qadan û kampanyayên alîkariyê didin destpêkirin.
Dewleta Tirk siyaseta xwe ya dijminane li dijî Kurdên Rojava dewam dike. Alîkariya eskerî û lojistîk ya ji bo hêzên El Qaîdeyê xurtir kiriye. Ew bi vê yekê re dixwaze Kurdên Rojava qels bike, YPG'ê têk bibe û projeya Xweseriya Demokratîk ji holê rabike, an jî paşvebixe. Her roj bi dehan terorîst ji belafirgehên Tirkiyeyê berê xwe didin qadên perwerdê yên ku MIT'ê ji bo şervanên El Qaîdeyê avakirine da ku li wir hemû şêweyên kuştin û texrîbatan hîn bibin. Piştî demekê jî ji bo kuştina Kurdên Rojava, dewleta Tirk wan derbasî nava Sûriyeyê dike. Kesên di pevçûnên li dijî YPG birîndar dibin, wan li nexweşxaneyên xwe derman dikin. Çekan her roj bi awayekî fermî ji terorîstên El Qaîdeyê re dişîne. Ev yek welatên Ewropa, DYA û NATO jî dizanin.  Hikûmeta AKP'ê bi qasî serê derziyê siyaseta xwe ya dijminane li dijî Kurdên Rojava neguhertî ye. Bi riya hevakara xwe rêxsitina El Qaîdeyê dixwaze heremên Kurdan wêran bike. Li wir texrîbatan çêdike, ambarogo dişdîne. Ev hemî jî bi aramanca têkbirina vîna azad a Kurdên Rojava, qeliskirina YPG'ê û derbiderkirina gelê Kurd tê kirin.  
Muxalefeta nijadperest a Stenbolê di vî şerî de zêdetir hate dişîfrekirin. Wê tam pişta rêxistina El Qaîdeyê girt. Destek da siyaseta kuştin û koçkirina Kurdan. Vê muxalefetê rêxsitina El Qaîdeyê wek beşek ji 'artêşa azad' nas kir û şerê wê li dijî YPG'ê destek kir. Her wiha bi yek dengî projeya Xweseriya Demokratîk an jî hebûna herema rojavayê Kurdistanê red kir. Di gelek daxuyaniyên piştgiriya El Qaîdeyê vê muxalefetê diyar kir ku ewê tu carî destûrê nede Kurdan da ku heremek otonom mîna ya başûrê Kurdistanê ava bikin. Ev muxalefeta nijadperest dixwaze li Sûriyeyê sîstemek navendî ava bike û siyaseta Erebkirina Kurdan berdewam bike. Ew Kurdan wek îradeyek serbixwe nabîne. Qebûlnake ew heremên xwe bi rêve bibin. Qebûlnake ku artêşek xweparastinê ya Kurdan hebe. Ji ber hindê ew niha hevkariyê bi El Qaîdeyê re xurt dike da ku bi riya vê rêxsitinê Kurdan çavtirsandî û terorîze bike.
Di hemû daxuyaniyên vê muxalefeta nijadperest de ew Kurdan tehdîd dike û wan wek 'hevkarên rejîma Esad' bi nav dike. Ev muxalefeta ku di wê dema hemû 'sembolên' wê xizmetkarên Esad bûn de, bi hezaran welatparêzên Kurd di girtîgeha rejîma Şamê de dihartin qetilkirin û êşkence didîtin, niha bûye 'berxwedêr' û Kurd jî bûne 'hevkarê rejîme'!
Divê bête zanîn ku muxalefeta nijadperest bi El Qaîdeyê re li dijî hebûna Kurdên Rojava hevkariyê dike. Destekê jî ji AKP digre. Wê bi hev re pîlana komkujiya Kurdên Rojava berdewam bikin. Jixwe ew tu carî îradeya serbixwe ya Kurdên Rojava, Xweseriya Demokratîk û hebûna artêşa YPG'ê qebûlnakin. Ew dixwazin Kurd li Sûriyeyê mîna berê bê îrade û maf, perîşan û hejar bimînin. Bi gotinek din wek 80 salên berê li 'Sûriyeya Ereb', bê nasname û hebûn bimînin. Ji ber vê yekê ew gelekî bêzar dibin, dema dibînin ku Desteya Bilind a Kurd serdana welatên biyanî dike û xwestekên Kurdan bi awayekî xweser radighîne. Mînaka jî dawî serdana Îranê bû. Vê yekê muxalefeta nijadperest gelekî bêzar kir.
Di demên pêş de dê ev sê goşeya şerxwaz ya ku ji AKP, El Qaîde û muxalefeta nijadperest a Sûriyeyê pêk tê, zêdetir komkujiyan bike. Ewê texrîbatan û sabotajê li heremên Kurdan bikin. Ji ber ku di meydana şer de şikestine, wê hewl bidin çalakiyên xwekujî û erebeyên bombebarkirî li bajar û bajarokên Kurdan biteqînin. Jixwe beriya demekê jî çalakiyên bi vî rengî li Girkê Legê û Amûdê pêkhatin. Lewra divê tevahiya gelê Kurd, YPG û hêzên Asayişê haydar bin.  Çavê AKP, El Qaîde û muxalefeta nijadperest a Şamê li petrola Kurdan û zeviyên herema Cezîrê ye. Ew dizanin ku ji sedî 50 butçya Sûriyeyê ji rojavayê Kurdistanê tê, lewra dê bi hemû hêza xwe û bi riya terorê hewl bidin Kurdan derbider bikin û van hereman bigrin dest xwe.
Divê Kurd di warên eskerî û diplomasî xwe zêdetir bi rêxistin bikin û cih li vê muxalefeta girêdayî El Qaîdeyê teng bikin. Ji bo vê yekê hevkariya hêzên Kurdistanî pêwîst e. Divê kampanyayên alîkariya Rojava li Kurdistan û derve ranewestin. Divê berxwedana gelê Rojava were destekirin û zêdetir bi pêşve were xistin…