Li bajarê Elmanyayê Ingolstadê, ciwanê Kurd ê bi navê Umît Acar li dijî tecrîdkirina Ocalan bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Tevgera Jinên Kurd û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E peyama sersaxiyê da.
Li gorî agahiyan, roja Pênçşemê (pêr) ciwanê Kurd ê bi navê Umît Acar li bajarê Ingolstadê agir berda bedana xwe. Li gorî agahiyên xizmên wî, Acar ev 3 sal in li Ingolstadê dima û ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermî ezimandina Erdogan li Elmanyayê, desteka dewleta Elman a ji bo Tirkiyeyê agir berdaye bedana xwe. Umît Acar li herêma bi daristan a nêzî mala xwe, xwe şewitandiye.
Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa (TJK-E) û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E´yê peyamên sersaxiyê dan. Tevgera Jinên Kurd xemginiya xwe ya ji bo bûyerê ragihand û got; “Destpêkê serê malbata Acar a birûmet û gelê Kurd sax be. Em li pêşberî bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Tevgera Jinên Kurd nerazîbûn nîşanî serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê da û got; “Ev piştgirî hê bêhtir cesarata zext û kuştinê dide Erdogan.”
Ciwan hêza xwe ji bo têkoşînê bi kar bînin
Tevgera Jinên Kurd balkişand li ser tecrîda li ser Ocalan û wiha domand; “Ev şêweyê çalakiyê Rêberê me Abdullah Ocalan rast nabîne. Divê ciwanên me hêza xwe ji bo têkoşîna demokrasiyê bi kar bînin. Em ê girêdayî nirxê şehîdê xwe yê birûmet Umît Acar bibin.”
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E jî di peyama sersaxiyê de got; “Acar li beramberî tecrîdkirina Ocalan û desteka dewleta Elman ji bo Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da. Ciwanê Kurd Umît Acar bi vê çalakiyê peyam da hikûmeta Elman û rayedarên wê. Divê hikûmeta Merkel û rayedarên Elman wateyê bidin vê çalakiyê. Divê zanibin ku êdî sebra gelê Kurd nemaye û êdî destekê nedin Erdoganê dîktator.”
KCDK-E’yê banga xwedîderketina li malbata Acar li her kesê kir.
Xwe neşewitînin
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya bêbextiya navneteweyî de 13´ê Kanûna 1998´an di MED TV de li ser çalakiyên xwe şewitandinê, banga xwe neşewitînin kir û got, “Xwe neşewitînin, yên ku we dişewitînin bişewitînin.” Pê re jî banga têkoşînê li Kurdan hemûyan dikir. PKK´ê jî li ser çalakiya xweşewitandinê ya Firat Îzgîn a Kanûna 2011´an daxuyaniyek dabû û gotibû: “Em bi israr îfade dikin, ciwanên paqij û durist ên mîna Firat Îzgîn, li şûna ku wê tecrîd û êşkenceya psîkolojîk ya li dijî Rêbertiyê, bi xweşewitandinê protesto bikin, bila bi rengên cuda beşdarî nav çalakiyan bibin, vê helwêst û mezinahiya fedaî nîşan bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Heta hebim têkoşîn
Umît Acar ê sala 1990’î li navçeya Êlihê Hezoyê ji dayik bûye, di mîtînga ji ber qedexekirina Festîvala Çanda Kurd, li Dusseldorfê hat lidarxistin jî amade bû. Li wir nihêrînên xwe jî bi rojnameya me re parve kirin, nexasim jî li ser tecrîdkirina Ocalan.
Umît Acar dibêje, divê meşên dirêj ne 10-15 rojan bin lê du mehan dirêj bin û li welatên Elmanya, Fransa, Îtalya, Spanya’ bênavber bila dewam bikin. Wî her wiha îşaret bi serjimara Kurdan li Elmanyayê kir û xwest çalakiyên mezintir bên birêvebirin.
Umît Acar di axaftina xwe de îşaret bi pirrbûna dagirker û dijminên Kurdistanê dike û dibêje, “Ji ber vê yekê karê me zehmet e. Li Efrînê, li Kobanê mirovên me hatin qetilkirin. Heger em xwedî li kantonên xwe derkevin, ev qas kuştin û hilweşîn wê nebin.”
Umît Acar li Tevgera Azadiyê jî rexneyan digire û dibêje, “Ocalan got, ji bo Cizre û Efrînê tedbîran bigirin. Tedbîr nehatin girtin! Li cihekî serhildan hebe, ji devereke din destekê nadin wê derê. Heger em li hev xwedî derkevin em ê azad bin.”
Umit Acar israra xwe di têkoşînê de jî wiha îfade dike: “Heta sax bim, ez ê çalakiyan bikim û têbikoşim. Di vê pêvajoyê de dixwazin Kurdan bê rêbertî bihêlin, û pêşiyê li têkoşîna me bigirin. Heta sax im ez ê vê doza heq biparêzim.