Çeteyên DAIŞ’ê doh û pêr bi rabûna bahoza çolê re êrişî çeperên QSD’ê yên li gundên Cerse Şerqî û Hemamê yên Dêra Zorê kir. Derket holê ku hêzên rejîma Baesê jî di heman demê de bi çekên giran êrişî nuqteyên QSD’ê yên li gundên Shell û Cinenê kirine. Pengava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê ev 104 roj in dewam dike. Ji pêr serê sibehê ve bahoza çolê li herêmê dewam dike. Pêr piştî nîvrojê çeteyên DAIŞ’ê ji bahoza çolê sûd wergritin û êriş birin ser hêzên QSD’ê. Çeteyên DAIŞ’ê êrişî çeperên QSD’ê yên li gundên Cerse Şerqî û Hemamê kir û di navbera şervanan û çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Derket holê ku hêzên rejîma Baesê jî di heman dema êrişa DAIŞ’ê de êriş biriye ser çeperên QSD’ê yên li gundên Shell û Cinenê. Di êrişa rejîma Baesê de zerar li şervanên QSD´ê nebû. Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên Cersê Şêrqî û Hemamê hatin şikandin û di encamê de 20 çete hatin kuştin. Pêkhatina êrişên DAIŞ’ê û hêzên rejîmê di heman demê de, nîşaneyeke wê yekê ye ku rejîma Baesê û çeteyên DAIŞ‘ê li ser êrişeke hemwext li hev kirine.    DÊRA ZORÊ