SELMA AKKAYA / PARÎS 


Rêveberên televizyonên Kurdan News Channel, Stêrk TV, Ronahî TV ku Eutelsat li ser daxwaza Tirkiyeyê hewl dide wan bigire, îro li meydana çalakiyan bûn û bang li şirketa Fransî Eutelsatê kirin da ku biryara xwe vegere. 

Çalakiya konvedanê ya ku Kurdistaniyan li kêleka avahiya Eutelsatê daye destpêkirin jî didome. Rêveberên Televizyonên Kurdî îro beşdarî çalakiyê bûn bang li dewleta Fransayê kirin ku li ser daxwaza Tikiyeyê girtina televizyonên Kurd wê ji bo wan jî bibe lekeyeke mezin. Di çalakiya îro de ji bilî nûnerên televizoyên Kurdî Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa, Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê, Navendên Civaka Kurd ên Fransayê û ACTIT’ê beşdar bûn û destek danê.  

Xizmeta siyaseta înkarê dike

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de dovîzên bi logo û amblemên televizyonên di bin gefa girtinê de û sloganên, “Stop Erdogan, Stop Eutelsat” hatin hilgitin. Di daxuyaniyê de li ser navê Stêrk TV Rêşad Sorgul axifî. Sorgul bi bîr xist ku Kurd ên li dij DAIŞ’ê şer dikin têkoşînê ji bo azadî û nirxên xwe yên çandî didin û hewldana girtina kanalên televizyonê yîn bûyî dengê gelekî wisa, wê şaşîtiyeke mezin be. Sorgul destnîşan kir ku hewldana girtina televizyonên Kurdî li ser daxwaza Tirkiyeyê nayê fahmkirin û wiha axifî: “Agahî girtin mafekî pîroz e. Ev ji bo Kurdan ne tenê mafê agahî standinê ye, ji ber ku li Rojhilata Navîn Kurd bi komkujiyê re rû bi rû ne û li ber xwe didin. Televizyonên wan jî dengê vê têkoşînê ne. Li ser daxwaza dewleta Tirk, Eutelsal biryareke bi vî rengî dide. Biryareke bi vî rengî tê wateya xizmeta ji bo siyaseta dewleta Tirk a înkarê. Dewleta Tirk weşanên çapemeniyê bêdeng kirin. Li ser daxwaza dewleta Tirk a ku mafê ragihandinê nas nake, girtina televizyonan şerm e.”

Em ê bêdeng nemînin

Midûrê Med Nûçe TV ya ku hatibû girtin, Antonie Rucigeri destnîşan kir ku ya tê kirin, êrîşek e li dij çapemeniyê û gelê Kurd, û ew ê vê yekê qebûl nekin û wiha dewam kir: “Ev tê wateya mudaxeleya Tirkiyeyê ya li dijî azadiya ramanê ya li Ewrûpayê. Biryara girtina televizyonên Kurdî li ser berjewendiyên aborî û siyasî ye”

Li ser navê Ronahî TV jî rojnamevan Bunyad Cizîrî axifî. Cizîrî destnîşan kir ku girtina televizyoneke ku ji bo Rojavayê Kurdistanê weşanê dike ji aliyê gelê Kurd ve nayê fahmkirin. Cizîrî wiha axifî: “Em kanala televizyonê ya gelekî ne ku li dijî barbariya DAIŞ’ê şer dike. Li ser daxwaza dewleta Tirk, şirketa Fransayê dixwaze dawiyê li weşana wê bîne. Ronahî TV dengê hemû gelên Rojava ye. Li dijî van êrîşan em banga piştgiriyê li gelên cîhanê dikin.”

Li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd, Zozan Serhat jî axifî û destnîşan kir ku girtina kanalên televizyonê yîn Kurdî, tê weteya pişgiriya polîtîkayên komkujiyê yên Erdogan. Siyasetmedarê Kurd Murat Ceylan jî destnîşan kir ku çalakiyên wan ên li Fransa û tevahiya Ewrûpayê wê bidomin. 

Çalakî dewam dikin

Li bajarên Parîs û Rouen ên Fransayê û paytexta Norweçê Osloyê ji bo televîzyonên Kurdî ên tehlûkeya reşkirina ekranîn wan heye, çalakî hatin lidarxistin. 

Li Rouenê ku li herêma Normandie ya Fransayê ye, bi armanca xwedîderketina li televîzyonên Kurdî, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de AKP û Eutelsat hatin şermezarkirin û hat ragihandin ku Yekîtiya Ewrûpayê ya ku dersa demokrasiyê dide cîhanê, li hemberî gelê Kurd durûtiyê dike. Çalakî li ber avahiya kanala TF3 a li Rouenê weşanê dike, hate lidarxistin û kedkarên çapemeniyê jî çalakî şopandin.

Li paytexta Fransa Parîsê jî bi heman armancê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li banliyoya Drancy meşek hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî tevlî meşê bûn.

Kurdistanî bi gotina dirûşmên “NA ji sansura Erdogan-Eutelsatê re” heta banliyoya Bobignyê meşiyan.

Biryara girtina televziyonên Kurdî ya Eutelsat a ku şirketeke Ewrûpayê ye, li paytexta Norwecê Osloyê jî li pêşiya avahiya sefaretxaneya Fransayê ji aliyê xebatkarên Stêrk TV û gel ve hat protestokirin.