Di raporê de bal hat kişandin li ser hevkariya di navbera dewleta Tirk û çeteyan de, û hat gotin: "Di 26‘ê Sibata 2016‘an de, leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînorê bajaroka Hemam Turkmen topbaran kir, da ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi derbasbûna komên çete di riya sînor de ji bo gundewarên rojhilatê Girê Spî, mijûl bikin. Çeteyên DAIŞ‘ê nûqteyên Nes Tel, Xiweyra, Kentîra derbasî herêmê bûn, bi 3 koman, her komek qederê 100 çete derbasî herêmê bûn, li gel wan dewleta Tirkiyê bi çekên giran ji seatên 01:00´ê û şûn ve gundên Şiyûx, Yabîse û El-Menbetih topbaran kir, her wiha Nexweşxaneya Niştimanî û avahiya herêmên QSD‘ê bi topan topbaran kir, çeteyan jî ji aliyê Rojhilat hetanî Rojava gundê Kentera, Hemam Turkumen û El-Şerkerak êrîşên xwe pêk dianîn.”
Li gorî Forma Girê Spî ya Civaka Sivîl, şer di nava 3 rojan li Girê Spî û gundewarên wê dewam kir, hemû nuqteyên ku çeteyên DAIŞ‘ê tê de bi cih bûbûn hatin rizgarkirin, riya Heleb, Hesekê jî hate rizgarkirin. Li gel şervanên QSD‘ê, Hêzên Asayîşa Rojava, şervanên YPG‘ê ji Kobanê, Hêzên Antî Teror, balafirên Koalisyona Navnetewî beşdarî şer bûbûn. Her wiha di raporê de encamên vî şerî hatin zelalkirin ku 120 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin, avahiya çandê û zêdetirî 20 xanî û avahî hatin hilweşandin.
Di dawiya rapora Forma Girê Spî ya Civaka Sivîl bal hate kişandin li ser hevkariya komên çeteyên DAIŞ‘ê bi artêşa Tirk re û ev agahî hatin dayîn: "Di serê sibeha roja 29‘ê sibata 2016‘an de, bi taybet piştî ku dewleta Tirk xwe dît ku têk diçe, êrîşên xwe li gelek nûqteyên herêma Girê Spî pêk anîn, gundê El-Munbetih, Yabîse, hin gundewarên rojhilatê Kobanê topbaran kir, bi vî awayî dewleta Tirk nêzî 20 topan avêtin Girê Spî.”
ANHA / GIRÊ SPÎ