Fermandarê Helebê yê Eniya Cebhet El Ekrad Elai Çeto sedema êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra û hin tabûrên Artêşa Hur ên li dijî Kurdên li Girê Spî (Til Ebyed), Til Eran û Til Hasil ê, her wiha daxuyaniya endamê meclîsa leşkerî ya Helebê Ebdulcebar El-Iqêlî yên derbarê tunekirina Kurdan de, pirsên ANHA’yê bersivand.
Fermandarê herêma Helebê yê Eniya Cebhet El Ekrad Elai Çeto têkildarî sedema êrîşan got ku çekdarên Dewleta Îslamî û Cebhet El-Nusra ji tabûra Şêrgo Eleybî ya girêdayî Eniya Cebhet El Ekrad jî di nav de hemû ji tabûrên Artêşa Hur in û li herêma Girê Spî (Til Ebyed) xwestin ku xwe bixin bin banê Dewleta Îslamî. Çeto, destnîşan kir ku hin tabûrên Artêşa Hur di bin zora çekan de daxwaza Dewleta Îslamî qebûl kirin û ketin bin banê dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û ev tişt got: ‘‘Tabûra me ya li Til Ebyedê daxwaza Dewleta Îslamî ku hebûna Artêşa Hur jî qebûl nake red kir. Me ji van koman re got ku em wek Artêşa Hur qebûl nakin ku bikevin bin banê Dewleta Îslamî. Gelê me ji bo ku bi azadî bijî dest bi şoreşê kir, ne ji bo careke din bê îrade bijî.’’

Artêşa Hur û çete hevkar in
Çeto, da zanîn ku piştî êrîşên Girê Spî (Til Ebyed) çekdarên Îslamî û hin tabûrên Artêşa Hur êrîşî navendên Eniya Kurdên Til Eran û Til Hasil jî kirin û wiha dom kir: ‘‘Ji ber ku em ne ketin bin banê wan, ne tenê li Girê Spî, li Til Hasil û Til Eran jî êrîşî navendên me kirin. Dema me bersiva êrîşên wan da, êrîşî sivîlan kirin, komkujî pêkanîn, malên welatiyan talan kirin, teqandin û bisedan sivîl revandin.
Li ser pirsa gelo Eniya El Ekrad çawa hatiye sazkirin û bingeha xwe ji kur digire Çeto da zanîn ku piraniya şervanên Eniya El Ekrad ji Kurdan pêk tên û wiha dom kir: ‘‘Turkmen û Ereb jî cihê xwe di nava me de digirin, me navê Eniya El Ekrad bikar anî ji ber ku hêzên rêjîmê li aliyekî û hêzên muxalefetê li aliyê din hebûna Kurdan qebûl ne dikirin. Armanca me ew bû ku her kes bizane Kurd jî li dijî rêjîmê ne û ji bo hilweşandina rêjîmê şer dikin. Destpêkê em gelek tabûrên cûda bûn. Di 22’ê çile 2013’an de me têkilî bi hevre danî û me Eniya El Ekrad ragihand. Di 7’ê Adara 2013’an em bi awayekî fermî tevlî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Hur li Helebê bûn.’’

Xizmetî Şoreşa Sûriyeyê nakin

Derbarê tehdîtên endamê meclîsa leşkerî ya Artêşa Hur li Helebê Ebdulcebar El-Iqêlî de jî Çeto ev tiş anî ziman: ‘‘Daxuyaniyên Ebdulcebar Iqêlî ne dixizmeta şoreşa gelê Sûriyeyê de ye, tenê perçebûnê di nava civaka Sûriyê de zêde dike. Gelek tabûrên Artêşa Hur komkirin û êrîşî navendên me yên li Til Eran û Til Hasil kirin, gotin ku rêjîm tê de bicih bûye. Bi rastî tu hebûna rêjîmê di navendên me de tune bû. Ger raste êrîşî rêjîmê dikin waye rêjîm çend kîlometre ji wan dûre, rêjîm li Waha û Mamil Dîfai heye, bila êrîşî wir bikin. Hêza xwe kirin yek û êrîşî gelê Kurd kirin û komkujî pêk anîn. Hin tabûrên Artêşa Hur dema rastiya êrîşê hînbûn xwe paşve kişandin, lê çekdarên El-Nusra û alîgirên wan komkujî pêkanîn û welatiyên sivîl kuştin.’’

Rejîm jî tevkujiyan temaşe dike
Derbarê çarenûsa welatiyên sivîl ku ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî/El-Nusra de hatine revandin Çeto, diyar kir ku hîn zêdetirî 200 sivîlên Kurd li cem çekdarên dewleta Îslamî û El-Nusra girtîne û ev tişt anî ziman: ‘‘Sivîl li cem El-Nusra girtîne û tabûrên Artêşa Hur heta niha bêdengin.’’
Li ser pirsa gelo çima komkujî pêk anîn Çeto wiha got: ‘’Komkujiyên wan bi armanca tunekirina gelê Kurd pêk hatiye. Hin tabûrên Artêşa Hur alîkariya El-Nusra kirin û tabûrên din jî bê deng mane. Ji ber ku Kurdin lewre rastî komkujiyê hatin, rêjîm 3 kîlometan dûrî wane lê belê êrîşî Kurdên sivîl kirin.’’


LEZGÎN HAWAR/ANHA/HELEB