Hevmalên ji Skandînavyayê
PERVÎN YERLÎKAYA/DENÎZ BABÎR
Kampanya “malbatên xwişk û bira” ya Heyva Sor a Kurdistanê dayî destpêkirin, û gelek sazî û dezgehên civakî jî piştgiriya wê dikin, li welatên Skandînavyayê jî dimeşe. Li Swêd, Norwêç, Danîmark û Fînlandiyayê komeke mezin ji bo kampanyayê zend û bendên xwe badane.
Der barê kampanyayê de, em li Swêdê bi Hesen Înce re peyivîn. Înce der barê kampanyaya hefteyekê de agahî dan û ji bo beşdarbûnê bang li xelkê kir. Înce da zanîn ku kampanya tenê ne ji bo Bakurê Kurdistanê ye, ew di heman demê de ji bo Mexmûr û Rojava ye jî û got, “Malbatên muhtac in, hem dikarin bi xwe, hem jî dikarin bi rêya saziyan miracaetî me bikin. Me plansaziyeke 3 mehan kiriye. Em ê li gorî rewşê vê pêvajoyê diyar bikin.
Heta niha 105 malbatan ji bo kampanyayê miracaetî me kiriye. 85 malbat wê tevahiya dema kampanyayê pişikdariya xwe bidomînin û yên din jî wê li gorî şertan tevbigerin. Bêguman hejmara niha kêm e. Em dixebitin. Hedefa me bi kêmanî 250-300 malbat in.
Ji ber koronayê di warê ekonomîk de jî rewşeke zehmet heye. Mirovên me yên li vir bi pirranî bi karê restorantan re mijûl in. Du sê meh e ku kar sekinîne, lê dîsa jî rewşa vir ji ya li welêt çêtir e. Pişikdariya kampanyayê erkeke civakî û insanî ye.
Serê malbatê 1000 Kron
Li Swêdê pişka ji bo her malbatê 1000 kron e.
Hejmarên ji bo têkilîdanînê jî wisa ne:
Bakurê Swêdê Mîrza Bahram: 0046738045810
Swêda Navîn Canan Karer: 0046705161700/ 0046728342916
Başûrê Swêdê Cüneyt Caniş: 0046704132165
Li Danîmarkê 100 malbat
Li Danîmarkê yek ji kesên kampanyayê dimeşîne Samet Amed e. Ew li ser xebatên xwe dibêje, “Me heta niha xwe gihandiye 100 malbatî û em xebatên xwe li ser tevna înternetê didomînin. Em bi meclîsên gel û meclîsa jinan re dixebitin. Elaqeya gel heye û baş e. Hejmara heyî wê zêdetir bibe. Ji bo kampanyayê 750 kron hatiye diyarkirin. Em ji bo Tirkiye, Bakur, Mexmûr û Rojava dixebitin.
Li Norwêcê tora înternetê baş tê bikaranîn
Li Norwêcê kampanya malbatên xwişk û bira 11ʼê Nîsanê dest pê kiriye. Di dema rêveberiyên xweser de jî ji vê derê kampanya meşandiye. Ayser Yuce der barê kampanyayê de dibêje, “Me li ser hesabên înternetê kom ava kirine. Me hejmar dane. Bi zaravayên Kurdî û Norwêcî xizmetê dikin. Di vê dema awarte de em çiqasî bilezînin, em ê ewqasî encamgir bin."
Hûn çawa dikarin xwe bigihînin?
Yuce diyar kir ku mîqdar 100 euro ye, lê yê bixwazin dikarin ji vê zêdetir jî bidin. Ji bo agahîdanê jî ev agahî hatine dayîn:
sîteyên facebookê,
1- Kurdiske Kvinnenettverk
2- Kurdistan Røde halvmåne Norge
3-Kurdisk Demokratisk samfunnssenter
4- Ungkurd Norge Riksforbundet
Tel: 0047 472 88 019/ 0047 970 21 781
Li Fînlandiyayê tevî Maseya Krîzê
Li Fînlandiyayê jî Fatma Yaşa der barê kampanya malbatên xwişk û bira de agahî da û got, “Di dema berxwedana li Sûr, Cizîr û Nisêbînê de tecrûbeyeke me heye. Ji ber vê jî em ê karibin bi lez xebatekê bimeşînin. Me Maseya Krîzê çêkiriye. Me destpêkê lîsteyeke ji 30 kesî pêk anî û 17 malbat bûn xwişk û bira. Heta dawiya hefteyê em ê xwe bigihînin 30 malbatî.
Kesên li Fînlandiyayê bixwazin beşdarî kampanyayê bibin, dikarin bi Maseya Krîzê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK FINLAND) re têkiliyê deynin.
Hejmarên telefonan: 0468412536 / 0468412549/ 0468461798