
Peykertiraş Haydar Turan ê ku tabloya navdar “Hêvojkarê Kusiyan” bi awayekî sê bûutî sêwirand, got, wî xwestiye balê bikşîne ser tunekirina deryayan û kusiyên cinsê Caretta Carettayan. Tabloya navdar “Hêvojkarê Kusiyan” a ku sala 1906’an ji hêla Osman Hamdi Beg ve hat çêkirin, niha Haydar Turan ve ku li Navenda Perwerdehiya Gel a girêdayî Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê dixebite, bi awayê sê bûutî ew çêkir. Di tabloyê de kevir, qûm, dar, boyax û strafor hatiye bikaranîn. Turan, da zanîn ku 15 sal in ew vî karî dike û mekanê hundurîn ê xebata “Hêvojkarê Kusiyan” a sê bûutî hatiye sêwirandin û got: “Her wiha ji dêvla qûma behrê û kusî jî Caretta Caretta hatine bikaranîn. Di vê tabloyê de min peyama tunekirina behran, ji hêla civakê ve tunekirina Caretta Carettayan, kirêtkirina deryayan û li bajaran dijberiya me ya li hemberî betonê da.”
Turan wekî din nehestiyarbûna civakî di van babetan de bi bîr xist û got, armanca wî ew e ku hem civakê hestiyar bike û hem jî îşaret bi vê meseleyê bike
DÎHABER / MÊRSÎN