Her wiha Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li hemberî hemû îdîayên dezgehên çapemeniyê û malperên tevna civakî ku dibêjin ‘YPG rêyên Şêxmeqsûd girtine’ daxuyaniyek da raya giştî.
Di daxuyaniya YPG’ê îdîayên ‘hêzên YPG’ê rêyê diçin Şêxmeqsûd girtine û korîdoreke ku diçe taxê heye’ hat şermezarkirin. Daxuyaniya YPG’ê bi vî rengî ye: “Ev hemû derew in û ji rastiyê dûr in. Armanc jê derxistina tevlîheviyê di navbera hêzên û pêkhateyên taxê de ye. Divê dezgehên çapemeniyê nûçe û îdîayên wiha ku ne belgekirî ne û rastiya wan tine ne, nedin. Li aliyê taxa Kastîlo çeteyên El-Nusra hene, li aliyê Pira El-Seqîle çeteyên Ehrar El-Şam hene. Welatiyên sivîl ên taxê ji aliyê çeteyan ve bi hawan û cereyên gazê tê topbarankirin.”
Xalên hevpeymanê
YPG’ê derbarê hevpeymanê jî wiha ragihand: “Me bi birayên xwe yên Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê hevpeymanek çêkir. Hevpeymana bi vî rengî ye;
* Hemû êrîşên li dijî taxa Şêxmeqsûd werin rawestandin, hemû hêzên li derdora taxê kom
bûne vekişin, El-Nûsra, Tûgaya Sûltan El-Mûrad ji wê derdorê bi temamî vekişin.
* Rêyên ku diçin Şêxmeqsûd werin vekirin, her wiha rêyeke bi ewle ji bo gundewarê li bakurê Helebê û kantona Efrînê were vekirin da ku sivîl karibin bikar bînin.
* Di navbera me û hêzên rejîmê de korîdor tine ne.
* Hemû kesên Kurd ku di dema dawî de hatine girtin di serî de hevalê me Cemal divê serbest werin berdan.
* Hemû rêyên diçin Efrînê werin vekirin, çûyîn û hatina wê hêsan bibe.
* Ti sekvanên me li rêyan tine ne.
* Ji bo parastina sivîlan ji mafê her aliyekî ye ku mewziyan rake, lê divê jiyana welatiyên taxê nexe xeteriyê.
Birayên me yên El-Cebha El-Şamiya bi daxwaza xwe ji taxê vekişiyan, em ê dîsa bi wan re kordîne bikin û nuqteyên xwe xurt bikin. Hêzên ku wê li derdora taxê bicih bibin divê ji Artêşa Azad an jî El-Cebha El-Şamiya bin an jî bi awayekî kordînekirî werin bicihkirin.
Em ji hemû hêzan dixwazin ku zextê li Cebhet El-Nûsra bikin da ku ji Otostrad vekişe, topbarana li dijî sivîlan bisekinîne.”
ANF/HELEB
YPG’ê bersiva çeteyan dide
Komên çete yên Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wan taxa Şêxmeqsûd bi hewanan û çekên giran topbaran dikin. Her wiha komên çete riya ketin û derketina sivîlan a ji taxê girtine.
Nûçegîhanên ANHA’yê yên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku komên çete yên El-Nusra û komên girêdayî wan careke din taxa Şêxmeqsûd bi çekên giran û hewanan topbaran kirin. Derbarê encamên topbaranê de agahî zelal nehatine bidestxsitin.
Hêzên YPG/YPJ’ê jî bersiva êrîşan dane û di encamê de di navbera wan û komên çete de, şer derketin. Li aliyê din jî komên çete yên El-Nusra riya Kastêlo ya li bakur-rojhilatê Helebê giritine û riya ketin û derketina welatiyan ji taxê qutkirine. Di heman demê de hate gotin ku komên çete li wê herêmê welatiyên sivîl direvînin.