Kongreya Sûriyeya Demokratîk a hêzên mixalefeta demokratîk ku bi beşdarbûna 103 delegeyan li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê 8’ê Kanûna 2015’an destpê kir, bi dawî bû. Di kongreyê de Hevpeyamana Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate qebûlkirin û ji bo partiyên siyasî û kesayetên serbixwe di Meclîsê de 42 kursî hatin veqetandin. 

Li gorî 42 kursiyên ku li Meclîsê ji bo partiyên siyasî û kesayetên serbixwe belav dibin, wiha ne: Nûnerek ji Şepêla Genim, 2 nûner ji Koma Ehidê Rûmet û Mafnasiyê, 13 nûner ji partiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, 3 nûner ji Koma partiyên Lêvegera Siyasî, 3 nûner ji Kalisyona Niştîmanî Kurd a Sûrî, 2 nûner ji Meclîsên Herêma El-Şehba, nûnerek ji pêkhateya Tirkmen, nûnerek ji pêkhateya Asûrî, nûnerek ji pêkhateya Suryan, nûnerek ji pêkhateya Ereb, nûnerek ji pêkhateya Êzîdî, nûnerek ji ciwanan, nûnerek ji partiya Modern a Demokratîk, Nûnerek ji Partiya Baas a Demokratî Sosyalîsta Sûriyeyê, nûnerek ji êlên Ereb, nûnerek ji êlên Kurd, nûnerek ji Çiyayê Ereban, nûnerek ji Koma Niştîmanî Sûrî û 5 nûnerên serbixwe.

Hat diyar kirin ku ji bo kesayetên serbixwe 5 kursî hatine veqetandin û ew ê di nava xwe de nûnerên xwe diyar bikin.

Kongreya Sûriyeya Demokratîk bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku Meclîsa Suriyeya Demokratîk hatiye avakirin û ev meclîs dê berpirsyariya qonaxa dîrokî bigire ser xwe û şoreşê bîne ser riya wê ya rast. Meclîs her wiha nûnera siyasî ya hêzên QSD’ê ye.  


 ANHA/DÊRIK




Hevpeymana Siyasî


Di Kongreya Suriyeya Demokratîk de Hevpeymana Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hat qebûlkirin û ev jî avakirina sîstemeke demokratîk, parlamenterî, pirr rengî û nenavendî esas digire. Hevpeyman her wiha azadiya jinê wekî mîsogeriya hemû azadiyan, ciwan jî weke hêza dînamîk a civakê dibîne.

Di Hevpeyamana Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de wiha hat gotin: “Çareseriya siyasî xwe weke çareya tekane ya kirîza Sûriyeyê ferz dike û sînorekî ji tirajediyê re datîne. Her wiha rê li pêşiya hemû pêkhateyan vedike ku bi rola xwe di pêşeroja Sûriyeyê de rabin û civakeke demokratîk, pirr rengî û saziyên dewletê û destûreke bingehîna a nenavendî ava bikin.

Her çareseriyeke siyasî û demokratîk tê wateya rastiyê, têgihîştina siyasî û misogeriya mafê hemû pêkhateyan. Em ji vir hevpeymana niştîmanî ya Sûriyeyê weke bingehê pirensîbên avakirina Sûriyeya nû bi nav dikin.”


Biryarên kongreyê

Hevpeymana Siyasî ku gelek xalên girîng tê de hatine rêzkirin, wiha ye: “Em gelek pirensîbên ku dê parêzvanên Sûriyeya demokratîk ji bo tevahiya welatiyan eşkere dikin:

* Dawîanîna li rêjîma destpot û di welatekî nenavendî de avakirina sîstema demokratîk, parlamenterî û pirr rengî.

* Têkoşîna li dijî komên terorîst ên di bin hemû navan de tevdigerin û têkoşîna li hemberî hemû cureyên çanda tundrewî.

* Pirr rengiya civaka Sûriyeyê qebûl dike, her wiha destûreke bingehîn ku mafên neteweyî yên gelên Kurd, Suryan, Asûrî, Keldan, Aramî, Tirkmen, Ermenî û  Çerkes nas dike. Piştî lihevkirina li ser avakirina destûra bingehîn, pirsgirêkên van netewan jî wê li gorî hevpeymanên navnetewî bi riyên demokratîk û wekhev bêne çareserkirin.

* Di çanda dîrokî ya gelên herêmê û baweriyên Îslam, Xiristiyanî û baweriyên din de, aliyên ku ji bo mirovahiyê ronesans pêk anîne, wekî mîrateyeke hevbeş hatiye qebûlkirin.

* Azadiya jinê wekî misogeriya hemû azadiyan hatiye pejirandin.

* Ciwan weke hêza aktîf a civakê tên dîtin û ji bo nûnertiya wan a di sîstema demokratîk de dê kar bê meşandin.

* Misogerkirina mafê astengdaran û bi taybetî mafê mexdurên şerê wêraniyê ku ev 5 sal in li Sûriyeyê dewam dike.

* Parastina zarokan û ji bo xilaskirina wan ji şideta koçberiyê, leşkerkirin û nexwendebûnê, afirandina projeyan.

* Pêkanîna pirensîba dada civakî ya di mijarên hîndekarî, tendirustî û kar de.

Li ser van pirensîbên bingehîn em wekî kombûna hêzên siyasî û civakî yên aktîf ku baweriya wan bi çareseriya siyasî heye û di kongreya damezrandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de amade bûne, diyar dikin ku  em ê wekî meclîsê vê projeya çareseriya siyasî bi hemû hêzên Siyasî yên baweriya wan bi aştiya demokratîk heyî re gotubêj bikin û bigihînin asta herî baş.

* Piştî şêwirmendiya ku bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re hatiye kirin, lihevkirin çêbû ku Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) bibe nûnerê siyasî yê QSD’ê.

* Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere dikin ku ew nêrîna siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk qebûl dikin û di danûstaninên xwe de nêrîna meclîsê esas digirin.

Pirensîbên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hêmanên wê yên bingehîn: 

* Meclîsa Suriyeya Demokratîk pirojeyeke siyasî, niştîmanî, demokratîk a Suriyeyê ye. Di vê rewşê de ku çarenûsî xwe ferz dike, ji bo hilgirtina berpirsiyariya xelaskirina welatê xwe ji tirajediyê, di veguhertina demokratîk a giştî de avakirina siberoja gelê xwe û  avakirina sîstema demokratîk a alternatîf bi beşdariya hemû pêkhateyên civakî û komên siyasî kar dike.

* Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi hêza xwe ya sivîl, siyasî û bi kesayetên xwe yên niştimanperwer têdikoşe ku tunditiya despotîk xilas bibe û welat veguhere welatekî yasayî ku saziyên wê karibin bi awayekî serbixwe û hilberîner kar bikin.

* Em dizanin û israr dikin ku ti alternatîfên amade û temam ji bo rewşa  Sûriyeyê ya bialoz nînin. Em bawer dikin ku hewldanên bixêr ên welatiyên vî welatî û hevalên wan wê  karibin pirojeyên tiştên li Sûriyeyê mane, ji rewşa heyî xilas bikin. Lê pêdivî heye ku ev hewldan projeya ku me pêşkêş kiriye dewlemend bikin û di hemû dezgeh û  cihan de ku xwe ji bo çareseriyê  berpirsiyar dibînin, gotubêj bikin. Pêwîstiya peydakirina çareseriya vê kirîzê bi israrkirina di pêkanîn û zanebûna bi dozên gel heye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Berpirsyarî ya MSD’ê ye


Piştî bidawîbûna kongreyê, encamnameya kongreyê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Encamname ji aliyê Endamê Teyar El-Qemih (Şepêla Genim) Salih Lebwanî ve hate xwendin.

Di encamnameyê de bal hat kişandin li ser rewşa Sûryeyê û wiha hate gotin: “Di demekê de ku li welatê me Sûriyeyê rewşeke tirajîk diqewime, hêzên terorîst li ser wê bazaran dikin, bûye qadeke xwe li hev rakişandina dewletên navnetewî û li hemberî wê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di warê ewlekarî û aramiya civakî de rewşeke pêşketî pêk aniye, Kongreya Sûriyeya Demokratîk bi dirûşmeya “Ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk” hate lidarxistin.”


Wê ji tarîtiyê xilas bike

Di encamnameyê de hate ragihandin ku hêzên siyasî û civakî yên beşdarî kongreyê bûne, li ser avakirina hebûneke siyasî biryara avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) girtine û ev meclîs wê hewl bide şoreşê bixe riya wê ya rast, rijandina xwînê rawestîne û riyekê bibîne ku welêt ji tarîtiya ketiyê xilas bike.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku beşdarên kongre li ser çareseriya kirîza Sûriyeyê ya bi riya diyaolg, danûstandin, şerkirina li hemberî terorê û nûkirina veguhertina siyasî nîqaş kirine û di encama nîqaşan de hilbijartinên azad û erêkirina destûreke bingehîn a demokratîk a ku îradeya civaka Sûriyeyê bi hemû pêkhate, çand û baweriyên wê dihewîne, gihiştin encamekê.


Wê pişgiriya QSD’ê bikin

Di encamnameyê de hate gotin, beşdarên kongreyê destnîşan kirin ku ew ê di aliyê siyasi de piştgriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bikin ku ji ciwanên hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tên.

Derbarê koçberiya li Sûriyeyê jî di encamnameyê de wiha hat gotin: “Di kongreyê de li ser rewşa koçberiyê û dîtina rêbazekê da ku dawî li koçberiyê bê anîn, her wiha rê ji bo vegera koçberan bê vekirin jî hatiye rawestîn. Sûriye di ware aborî de dewlemend e û dikare jiyaneke bi rûmet ji hemû gelên xwe re destnîşan bike. Heger parvekirineke wekhev hate kirin, ev yek dê pêk were. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk eşkere dike ku damezirandina wê karekî exlaqî ye û ne refleksa beramberî aliyekî siyasî yê Sûriyeyê yan jî rêbazeke din e.”


Wê ji bo aşitî û aramiyê tevbigere

Di encamnameya Kongreya Sûriyeya Demokratîk de 

hate diyarkirin ku, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk wê li ser rêzgirtina di navbera Sûriyeyê û welatên cîran de, ji bo aştî, aramî û jiyana hevbeş tevbigere. Her wiha hate ragihandin ku Meclîs wê li gorî peyman û yasayên navnetwî tekoşînê bike.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk wê ji bo beşdarkirina hemû pêkhateyên civakî û siyasî bixebite yên ku ji bo rizgarkirina welat di nava xebatan de ne û armanca wan guhertin û avakirina sîstemeke demokratîk e; projeyeke siyasî, niştimanî demokratîk e. Encamname bi vî rengî bi dawî bû: “Ji bo vê yekê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi hemû hêza xwe ya sivîl, siyasî û beşdarbûna kesayetên niştimanî dê ji bo rizgarkirina welat ji tundiyê di dema pêş de şerê siyasî bimeşîne. 

Her wiha dê li gorî yasayên navneteweyî, bi saziyên navneteweyî yên ku wê karibin Sûriyeyê vegerînin nava dewletên niştimanî û xwedî rêveberî re têkiliyan deyne. Armanc ji vê yekê jî pêkanîna sîstema pirr rengî û nenavendî ye.” 


 ANHA