Nivîskarê Hekarî Omer Dilsoz navê berhema xwe ya dawî “Hevrazên Çiyan“ daniye û ev serenav bi kelijandina razên çiyan û hevrazên çiyan dagirtî diyariyê wêjeya me kiriye.

Zimanekî gelek rewan ê bi gencineya devoka Hakarî dewlemenkirî bikaraniye. Roman bi rengeke nû, formeke nû hatiye hûnandin. Di destpêkê de mirova wisa bawer dike ku sê jiyanên cûda sê qadên tekoşînên ji hev qut hatiye bikaranîn. Yek di nava tekoşîna kûçeyên û razê malbati de, yek di nava jiyana Başûr ya bêserûber ku jiyana lê ji bo bakuriyan pir dijwar e û yek jî di nava xewneroşk û sendrûma şer de têkçûyî hatine hilbijartin. Lê di encamê de mirov têdigihîje ku demên cuda yên jiyana heman kesan di paralêla hev de hatine pêşkêş kirin. Ev jî formeke nûjen e.


Mijara romanê 

"Fermandar Pîro afrîner û dewlemendkarê bîrdoza Kuantûmê di serdemeke siberojê de şiyar dibe, gelek tiştan dijî, lê serdema xwe û wê rojê tevlihev dike. Di encama şiyarbûnê de hewldide ku wê rewşa xwe ya wek xewn fêm bike û têbigihîje. Hevala wî yê şer û evînê Hêlîn ji wî û çiyan diqete, xwe li başûrê Kurdistanê dibîne û ji wî hemîle ye. Nivîskar û rewşenbîr Azad jî li başûr dijî, jiyan wî û Hêlînê li başûr digîhîjin hev. Li başûr derfetên jiyanê ji bo Kurdên bakur gelek xetere ye. Di her tevgerê de dijwarî ji wan re tê derxistin. Di heman demê de mîna kesên cûda yên hemdemên hev bin, jiyana Azad û Hêlînê ya sêzdeh sal dûre di bin navê din de li Amed tê vegotin. Di encama romanê de mirov têdigihîje ku heman kes in."

Di romanê de jiyan û pergala li başûr hatiye avakirin, li wir derfetên ji tirk û ereban re hatine afirandin, kelemên li pêş Kurdên bakur hatine danîn, bi zimaneke rexneyî û wêjeyî baş tê vekirin. Karlêka tekoşînê ya erênî di encamê de zelal dibe. Li gel wê rewşa zarokên li Amedê xwe organîzekirin û tiravmayên ku ev zarokên li ber pêlên hovitiya dijmin ketine jî baş li ber çavan tê raxistin. Di gera li Wan û Bazidê de dirêjê beşeke dîroka Kurdan jî dibe.

Dema mijara dîrokê tê vekirin roman berê xwe di hin xalan de dide agahiyan, nivîskar dikanî bi formeke din ev baniya ziman. Pevçûn û nîqaşên zarokan bi dîtina min hinek zêdebûne. Lê bi giştî romaneke serkeftiye.


Çend hevok ji romanê

Diyardeya xwezayê: “Hey hawar xwedê, hetava piştî baranê çend(î) xweş e.(rû 5)“

Venivisandina gerîla: “...gerîla ne tenê bi dijmin û neyarên der û hundir re têdikoşe, ew heman demê, bi dar û ber, dehl û çiya, befir û baran, gijlok û serma, kelegerm û tînî, birçîtî û tirsê re jî şer dike.“ (Rû: 13)

Li ser mêrên Başûr: “Mêrên vê derê gelek ji zik û berzikê xwe hez dikir, çîrokên derbarê doxînê de piştî ku têkilî mey û şerabê dibû... (rû; 27)“

Cihana zarokan: ”Gava zarok birbiran bilîzin, ezê wan biparêzim û nehêlim polîs bi panzerên xwe êrişî wan bike û leyiza wan têk bide.(rû; 57)“

Rexneya li ser başûr: “Tu dibînî, gendelî heta bêjî heye, kargeh û fabrîqe tune ne... (rû; 63)“

“...tirkek ji Balikkesîrê … tê vê derê, dikare ji xwe re kar û cih peyda bike, ez Kurdekî azadîxwaz ê ku derdê wî serfiraziya hemû Kurdan e, nikarim vehewim.? (rû; 204)“

Rewşa jinê li başûr: “Azad jina herêmê di nava jiyanê de tune ye. Mêr çi bixwaze ew e. (rû;82)“

Rewşa siyaseta Kurdan yên ji beşê din: “Hevsengên partî ligel partiyan, herêmê li gel dewletan hene. Em jî di nava vê bazarê de wekî pîyon tên ragirtin... (rû; 83)“

Rexneya li ser Kurd û jiyanê: “Ha erê erê, em Kurd gelekî ji nexweşxaneyan kovî ne, heta neyên ber mirinê naçin ser doxtorî. (rû; 91)“

û Birîna nivîskariya Kurdî ji wiha vedinivîse: „Heyra taştê bi helbestê, firavîn bi çîrokê û şîv bi romanê nayê kelandin / qelandin /biraştin, a qenc ew e, tu here ji xwe re karekî peyda bike.“


Kurte Jiyan

O. Dilsoz li Gûzereka Çolemêrgê tê dinê, dibistana seretayî, navîn û amadeyî (lîse) li Çolemêrgê diqedîne. Li pey jî dest bi nivîsandina Kurdî dike. Romanên wî: Hêviyên Birîndar, Behna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Hevrazên çiyan. Helbestên wî: Bila gotineke Min û te jî hebe. Di kovarên cûda de gotarên wî hatine weşandin.


Nasnama Berhemê

Navê romanê: Hevrazên Çiyan

weşan : Weşanên J&J 

Cih û dema weşanê: 2014, Amed

ISBN:978-605-4852-43-7