Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Qasim (Kasim) Engîn ê di êrişa dewleta Tirk de 27´ê Gulana bihurî şehîd bûyî, li bajarê Elmanyayê Darmstadtê bi merasîmekê hat bibîranîn. Ji ber ku cihê haziran li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê nema, li baxçeyê komeleyê jî gelek mirov kom bûn. Zîlan Serhat peyama KCK’ê xwend. KCK´ê got, "Şehadeta wî îradeya serxistinê ya têkoşîna me ya azadiyê xurt kir." Piştre li ser jiyana wî sînevîzyonek hat nîşandan û haziran jî bi sloganên "Şehîd namirin" ve "Bijî Serok Apo" xwedî li bibîranîna Qasim engîn derketin. Li ser navê malbatê jî kekê wî, Ahmet Nazlikul peyivî û got, "Hevrêyên Qasim, hûn bi xêr hatin. Ew bû dîrokek. Qasim Engîn ne ku tenê birayê min bû, ew lawê we, hevrêyê we, fermandarê we bû. Bila serê miletê Kurd sax be. Bila serê me sax be." DARMSTADT