Wan wek 8 hevrêyan li dijî polîkayên înkar û îmhayê yên dewleta tirk got ‘Em in Apocî’ û jiyana azad hilbijartin. 8 hevrê di sala 2010’an de li pey notaya 8’emîn ango azadiyê ketin. 8 hevrêyên ji Koma Nêrgizên Botan, piştî ku tev li gerîla bûn strana ‘Şervanên Azadiyê’ çêkir û bi vê stranê deng veda. Canfeda Botan yek ji stranbêjên komê ye û behsa çîroka ‘Koma Nêrgizên Botan’ kir. Ji dema derketina Tevgera Azadiya Kurd heya niha dewleta tirk Cizîra Botan wek ‘serikê kunêrê’ dibîne, ji zarokê wê heya kalê wê her tim bersiva wan a li dijî faşîzma dewleta tirk zelal e. Di her kampanyayeke reşkirinê ya dewleta tirk a li dijî PKK’ê dide meşandin de, yê nerazîbûna destpêkê raber dike, her tim pîvan û hestên xwe yên welatparêziyê diparêze, Cizîra Botan e.

Ji zaroktiyê tê

Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên ‘talanker’, ‘Çar pênc kes’ û ‘cahîl’, zarokên Botanê jî bê deng nebûn û di aliyê hunera Kurdî de koma muzîkê ya Nêrgizên Botan ava kir. Bi strana ‘Em ne çar in, ne çar çapulcî, em dimeşin bi milyonan, em kurd in, em in Apocî’ di dilê her kesê de cih girtin. Piştî vê stranê gelek stranên din jî derxistin û rêya xwe berdewam kirin. Lê di sala 2010-11’an de li dijî tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 8 endamên komê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Em li çiyayên azad li rastê yek ji endamên koma Nêrgizên Botan, Canfeda Botan tên û dibêje li çiya jî xebatên xwe yên hunerî berdewam dikin û strana ‘Şervanên Azadiyê’ jî li çiya derxistine. Canfeda Botan ku dibêje 2 endamên komê şehîd bûne, wiha behsa çîroka komê dike: “Çanda dengbêjiyê ya ji malbatê tê, bandor li min jî dikir. Bi awayekî çalak dest bi xebatên hunerê kirin, bi tevlêbûna xebatên navenda çand û hûnerê ya Cizîrê re çêbû. Em bi strana Koma Nêrgizên Botan a ‘Em in Apocî’ hatin nasîn. Ez di destpêka avabûna komê de nebûm. Min ew li Navenda Çanda Mezopotamyayê nas kirin û tev li komê bûm.” 

Armanca wan azadî ye

Gerîla Cafeda aşkera kir ku wan bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêbertiya xwe biryara tevlêbûnê daye û ev tişt got: “Di koma me de 15-20 heval hebûn. Me ji ber tecrîd, îşkence û qedexeya hevdîtina li gel Rêber Apo biryara tevlêbûne da. Di dawiya sala 2010’an de em 8 hevalên komê bi hev re tev li şoreşê bûn. Beriya em tev lê bibin naskirina me ya rêxistinê kêm bû, lê hestên rêhevaltiyê pir xurt bûn. Ji koma me heval Beşîr û Bager di şer de şehîd ketin.”

‘Wekî ku şehîd Delîla got huner şer e’

Endamê komê Canfeda aşkera kir ku armanca wan azadî ye û wan daye pey notaya 8’emîn û ev jî ji bo wan azadiyê diyar dike. Canfeda dibêje ku beriya ew tev lê bibin jî wan xebatên hunerê dikirin, lê piştî ku tev li gerîla bûne, her tişt ji bo wan watedartir bûye û ev tişt got: “Li çiya hestên mirov cuda dibin. Dema em di nava gel de bûn, me stran digotin, piştî tevlêbûnê ev kelecan û hest hêj watedartir bûn. Wekî ku şehîd Delîla jî got; ‘huner şer e’. Gerîla jixwe huner e. Wateya şer û hunerê pir mezin e. Hestên mirov xurt dike.”


BERÎTAN ZAGROS / ROJNEWS / QENDÎL