5’ê Tîrmehê wê li bajarê Îtalyayê Paestumê yê nêzî Napoliyê konserek bi navê "Rêya dostaniyê" bi rêveberiya şefê orkestrayê Riccardo Muti bê dayîn. Ev konser di çarçoveya Festîvala Ravenna de ye. Vê festîvalê sala 1997’an li Saray-Bosnayê dest pê kiribû. Ji hingê ve jî li Beyrût, Quds, Êrîvan, New York û Şamê li dar ketiye. Îsal festîval li Paestumê çê dibe û armanc ew e ku pireke muzîkî ber bi Sûriyê ve ber bi bajarê Palmîra ve bê avakirin. Lewma Palmîra û Pasteum hev bajar in. Di konserê de Semfoniya Sisiyan a Beethoven jî hebe. Konser di şexsê du kesan de ji bo bibîranîna êşê û azara miletê Sûrî diyarî kiriye: Hevrîn Xelef û Xalid el-Esed. Di danasîna konserê de tê bi bîr xistin ku Hevrîn Xelef têkoşereke mafê jinan bû nexasim û şehîdkirina wê bi destê artêşa dewleta Tirk tê bibîrxistin. Xalid el-Esed jî rêveberê muzexaneya Palmîra bû ku hewl dida muzeyê û Palmîrayê biparêze. DAIŞ’ê bi hovane ew qetilkiribû û serê wî jê kiribû. Di konserê de Aynur Dogan û Zehra Dogan jî wê amade bin. Herdu jî weke mexdûrên zilma li Kurdan di danasîna konserê de tên pênasekirin. NAPOLÎ