Yekîneyên polîsan li Dersim û Sêrtê hemwext bi ser avahiyên şaredariyan û malên hevşaredaran de girt. Di serdegirtina avahiyên şaredariyan û malan de lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtina malan de Tuncer Bakirhan hat binçavkirin.
Li Dêrsimê jî bi ser mala Hevşaredar Nurhayat Altun de girtin û li malê lêgerîn dikin. Tê diyarkirin ku dê Altun ji binçav bikin.
Li Dersimê di operasyonan de serê sibehê Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jî hat binçavkirin û piştî îfade dayînê serbest hat berdan. Ji bilî wan Mehmet Alî Bul, endama Meclîsa Şaredariyê Cemîle Ataş, Hevseroka DÎSK’ê ya Dersimê Şukran Yilmaz, Hevserokê DBP’ê yê Dersimê Murat Polat, Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Aslan Çag, Endamê MP a HDP’ê Alî Ekber Kaya, rêveberê HDP’ê Huseyîn Dagdevîren û Yaşar Agin, Serokê EMEP’ê yê Dersimê Mustafa Taşkale, Nûnerên BES’ê yê Dersimê Musa Kİliç û Hakan Kavut hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
Hevşaredarê Cizîrê Kûnûr hat girtin
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr bi hinceta, “endamê rêxistinê ye” hat girtin.
Hevşaredarê Cizîrê ya Şirnexê Kadîr Kûnûr ê beriya 2 rojan dema ji Amedê dihat Cizîrê bi hinceta, “îfadeya wî heye” hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya Kûnûr a li Miduriyeta Emniyetê ya Cizîrê derxistin edlileyê. Kûnûr bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” bi daxwaza girtinê ji aliyê dozgeriyê ve sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeha Cezaya Sulhê bi hinceta, “endamê rêxistinê ye” biryara girtina Kûnûr da.
Hate hînbûn ku Kûnûr birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
DÊRSÎM / SÊRT