Li Qoserê ya Mêrdînê vê sibê polîsên Tirk bi ser mala Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz de girtin ku Elîk 4’ê Mijdarê bi fermana Wezareta Karê Hundir ê Tirk ji peywirê hatibû girtin û qeyûm anîbûn şûna wê. Her wiha bi ser mala Cihgira Hevşaredarên Qoserê Dîlber Sulhan de jî girtin. Polîsan mal kontrol kirin û piştî lêgerînê Yilmaz û Sulhan kirin binşavan.
Li aliyê din hat ragihandin ku polîsan bi ser mala Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek de jî girtine û ji ber ku ne li malê bûye nehatiye binçavkirin.
ANF/MÊRDÎN