Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut ê ku qeyûm cihê wî dagir kir û hat girtin, li hepsê bi hinceta ku “cih tineye” di hucreya yek kesî de tê girtin. Yanî ew tê tecrîdkirin.

Ferhat Kut 21’ê Cotmehê ji Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê şandin hepsa Tîpa T a Xerpêtê.

Hevşaredar Ferhat Kût li hepsê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Kut bi navbeynkariya parêzerên xwe diyar kir ku ji roja ew sewqî Hepsa Xerpetê kirine û vir ve, avê nadin wî û bi hinceta teyfik tineye jî xwarinê nadinê.

 

MÊRDÎN