Dewleta Tirk a qirker û dagirker di qada siyasî de dor li Kurdan û siyaseta demokratîk teng dike û ji bo vê bi armanca qirkirinê êriş dike.

Hêzên dewleta qirker û dagirker, Hevşaredarê Bêgirê Yilmaz Şalan, Hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar ên HDP’î di serdegirtina malên wan de kirin êsîr. Hevşaredar birin Midûriyeta Polîsan a dewleta Tirk li Bajarê Wanê.

Li Amedê jî endama Meclîsa Şaredariya Baglarê Naşîde Bûlûttekîn Can kirin êsîr. Can birin qaşo Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a dewleta tirk li  Amedê.

Can tevî 5 endamên Meclîsa Şaredariyê di 22’ê Cotmehê de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û dagirkerê bi navê qeyûm li şûna wan hatibû bicihkirin.

 

WAN