Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr hatinbûn binçavkirin hatin girtin.
Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr tevî endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken derxistin pêşberî dadgehê. Dozgeriya dewleta Tirk xwest Bûlûttekîn û Ozdemîr bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" bên girtin. Dadgehê jî bi heman hincetê her du hevşaredar girt.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Eken jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Hevşaredar di 20'ê Kanûnê de hatibûn binavçavkirin. Di dema binçavkirinê de çek dabûn serê hevşaredaran.
AMED