Hevsera Rêberê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî doh li Silêmanî koça dawî kir. Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin, Şûle Elî li Silêmanî ji  ber sedema nexweşiyê koça dawî kir. Tê payin ku Şûle Elî îro were veşartin û Newşîrwan Mistefa ji bo merasîma oxirkirina hevsera xwe ji Brîtanya vegere Herêma Kurdistanê.

Şule Elî sala 1957’an de ji dayik bûye û sala 1981’an de li gel Newşîrwan Mistefa zewiciye. Her wiha du kur û keçekî bi navê Nema, Çira û Çiya hene. 


 SILÊMANÎ