Di destpêka civînê de Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo axivî û wiha got: “Îro zincîra Rêveberiya Xweseriya Demokratîk temam dibe û dê ji bo hemû gelên Rojhilatan Navîn û cîhanê re bibe mînak.” Piştre Serokê Hikûmeta herêma Cizîrê Ekrem Hiso axivî û destnîşan kir ku şûnkariya hevserokatiya herêma Cizîrê ji bo belavkirina aştiyê û aramiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de û bi taybet herêma Kobanê Kobanê gelekî girîng e. Piştre herdu namzet Himêdî Deham û Hediye Yûsif ji aliyê piraniya endaman ve hatin hilbijartin. Her wiha 6 endaman jî dengên xwe bi kar neanîn. Herdu Namzet bi rêjeya ji sedî 51 deng anîn. Piştre Himêdî Deham û Hediye Yûsif li pêşiya beşdaran sûnd xwarin û bi awayekî fermî karê xwe wekî hevserokên Herêma Cizîrê wergirtin. Hevserokan di axaftinên xwe de diyar kirin ku ewê bi hemû hêza xwe ji bo belavkirina aştiyê û hezkirinê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de tevbigerin, ji ber ku hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê yek parçe ye û parçeyekî ji Sûriyê ye.
Kobanê silav kirin
Hevserokan dane zanîn ku armanca wan ne parçekirine û avakirina dewleteke serbixwe ji Sûriyê ye, lê belê wekî temamkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Cizîrê ye û dê alîkariya leşkerî, madî û manewî ji bo parastina hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê bikin. Hevserokan di dawiya axaftinên xwe de berxwedana gelê herêma Kobanê û şervanên YPG’ê silav kirin û gotin ku dê li hemberî êrîşên çeteyan bi yek destî tevbigerin. Himêdî Deham El-Asî Şêxê Êla Şemer a Ereban e. Di sala 1941’an de li gundê Um El-Kêf ê girêdayî bajaroka Tilkoçer a Herêma Cizîrê ji dayîk bûye. Zewiciye û dibistana navendî xwendiye. Hediye Yûsif di sala 1972’an de li gundê Til Xenzîr ê girêdayî bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê ji dayîk bûye.
ANHA/AMÛDÊ