PEN a Kurd a endamê PEN a Navneteweyî ye encamnameye 9’emîn kongreya xwe ya pêr li Amedê pêk anî, eşkere kir. Endamên PEN a Kurd û rêveber beşdarî civîna li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê bûn. 

Hevseroka PEN a Kurd Bêrîvan Doskî encamname xwend û diyar kir ku PEN a Kurd plansaziya civînan kiriye ku dê li çar parçeyên Kurdistanê bên lidarxistin. Doskî got, “Bûyerên li çar parçeyan hatin nîqaşkirin. Ji bo ku gelê Kurd bibe xwedî statu divê gavên pêwîst bên avêtin. Divê kongreya Neteweyî bi cih  be, bi slogana “zimanê me nasnameya me ye” li her dera Kurd lê, em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”


Hevserokên nû

Rêveberiya PEN a Kurd a ji 7 endamên esl û 4´ên yêdek jî hate diyarkirin. Di lijneya rêveberiyê de Omer Fîdan, Îrfan Babaoglu, Dilşa Ûsiv, Prof. Dr. Jabar Qadîr, Netîce Altun, Kakşar Oremar cih girtin. Ji bo hevserokatiyê jî Bêrîvan Doskî û Osman Ozçelîk hatin hilbijartin.


 AMED