Havva Keser ya 75 salî, ji ber nexweşiyên tansiyona bilind, şekir û xwîn rijiya ser mejiyê wê, nêzî mehek bû li nexweşxaneya Taybet ya Edenê dihat dermankirin. Keser doh danê sibê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Havva Keser li taxa Yakapinar ya Yûregîr ya Edenê konê sersaxiyê hate vedan. Konê taziyê Yakapinarê hate vedan û serdan pêk tên.

Piştî ku Mehmet Ocalan ji serdana hevdîtina li Îmraliyê vegeriya wê xebatên ji bo veşartina cenaze diyar bibin. Karên cenaze dê li ku bên kirin û kengî cenaze bê şaratin, wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarê bide.
Kurê Havva Keser Osman Keser, diyar kir ku mafê xalê wî Abdullah Ocalan heye ku tevlî merasîma cenazeyê xwîşka xwe bibe. Osman Keser diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Ocalan tevlî merasîma cenaze bibe. Keser, anî ziman ku piştî rayedarên dewletê û parêzerên Ocalan hevdîtin pêk anîn dê rewş zelal bibe.

EDENE