Îtîrafkar Ridvan O. di rûniştina doza li dijî siyasetvanên Kurd a li Stuttgartê de şanoya xwe ya bi navê îfadeyê dewam kir. Îtîrafkar di îfadeyên xwe yên nakok de teqinî û xwe gelek caran li derewê qeliband.
DENIZ BABÎR / STUTTGART
Di doza li bajarê Elmanyayê Stuttgartê ya li dijî siyasetvan û welatparêzên Kurd de îtîrafkar Ridvan O. hewl da xebatên komeleyan weke ku qedexe bin nîşan bide û wan krîmînalîze bike. Lê axir dîsa wî îfadeyên bi nakok dan û xwe bi xwe jî gelek caran li derewê qeliband. Wî îfadeya xwe ya hefteya bihurî jî guhert û got, ew neçûye cem polîs, lê polîs pêşniyazî wî kiriye bibe îtîrafkar bikeve bernameya parastinê. Wî di rûniştina doh de got, PKK´yiyan bi ser mala min de girt, piştre got, na li malê geriyan, piştre jî got hatin devê derî û vegeriyan.
Doza li dijî siyasetvanên Kurd Veysel S., Agit K., Evrim A., Özkan T. û Cihan A. doh bi rûniştina xwe ya 12´an dewam kir. Ji van bi tenê Cihan A. serbest tê dadgehkirin. Rûniştina dozê dîsa li hola hepsa Stammheimê bû. Siyasetvanên girtî dîsa kelepçekirî anîn hola hepsê. Hem Kurdistaniyên girtî û hem jî parêzerên wan di rûniştinê de amade bûn. Îtîrafkar Ridvan O. îfadeyên xwe dewam kirin. Heyeta dadgehê doh jî qeydkirina îfadeyên Ridvan O. red kir.
Ridvan O. daxuyaniyên xwe yên bi nakok doh jî dewam kirin. Wî bi îfadeya xwe hewl da xebatên komeleya Kurdan krîmînalîze bike. Wî hewl da weke ku xebatên komeleyê neqanûnî be nîşan bide. Ji otobusên ji bo meşan tên kirêkirin heta bi meşa dirêj a sala 2017, îtîrafkarî xwest hemû xebatên komeleyan ên qanûnî îlegalîze bike.
Di rûniştinên dozê yên hefteya bihurî pêncşem û înê de Ridvan O. îfadeyên bi nakok dabûn. Parêzeran jî ji ber reşkirin û tinekirina hin delîl û îfadeya li polîs a îtîrafkarî, fikarên xwe îfade kiribûn.
Polîs hebû tinebû çîrok bû rastî bû
Îtîrafkar Ridvan O. li ser pirsa parêzerên siyasetvanên Kurd a “ma navekî polîsa/ê tu pê re peyivî nîne” metel ma; axir heyeta dadgehê hat bi hewara wî ve û bi navbereke nîvrojê wî karî ji xwe re li bersiva pirsê bifikire.
Hema piştî navberê, Ridvan O., bersiv da pirsa parêzeran: “Belê, jinek bû, lê belê navê wê tam nayê bîra min.”
Ridvan O. yê ku hefteya bihurî gotibû, wî bi xwe xwestiye peywendiyê bi polîs re dayne, li vê qulibî û got, “Têkiliya min a bi polîs re li vir çêbû. Yanî têkiliya min a elaqedarî PKK´ê pêşî welê çêbû.”
Xewn û xeyal bûn îfade
Serokê heyetê li ser vê yekê ji îtîrafkarî pirsî: “Cenabê te di îfadeya xwe ya sibehî de got, PKK´yiyan bi ser mala min de girt.” Ridvan O. jî xwe li nezanînê danî û got, “Tiştekî welê nayê bîra min.” Li ser pirsa duyem û bi israr a serokê heyeta dadgahê ya weke “PKK´yiyan li mala te geriya, yan na?”, îtîrafkarî vê carê got, “Hatin mala min, heta bi devê derê hatin, pencere vekirîbû, hingê pê hisiyan ku ez telefonî polîs dikim û çûn.” Ridvan O. di rûniştina danê sibehî de gotibû, “PKK´yiyan bi ser mala min de girt”.
Serokê heyeta dadgehê li ser vê çend caran ji bo meselê ji hev derxe ji îtîrafkarî pirs kirin. Ridvan O. pêşî got, na, piştre got, erê li malê geriyan û herî dawî jî got, heta devê derî hatin û vegeriyan. Yanî nakokî di ser nakokiyê de li îfadeya xwe zêde kirin.
Hate xişxişê
Îtîrafkar hefteya bihurî di îfadeya xwe de gotibû, li kampa penaberan wî teklîfî polîs kiriye ji wan re sîxûriyê bike, lê di rûniştina doh de wî got, gava ew bi polîs re piştre peyivî, polîs pêşniyazî wî kiriye, “belgeyên di destê xwe de ez bidim wan, û bikevime bernameya parastinê”. Wî got, piştre bi berpirsiyariya polîseke bi navê kod K 6 a li daîreya sûc a polîs de ew kirine bernameya parastinê ya ji bo îtîrafkaran. Wî got, heman polîsê telefon jî daye wî da ku di rewşên lazim de peywendiyê pê re dayne.
Di îfadeya ji serî heta binî bi nakokiyan tijî de, îtîrafkarî ti mecal neda kesê rûniştina dozê şopandî fêm bike, ka gelo ew rastiyê carekê dibêje yan na. Yanî weke meseleya gundiyê ji xişxişa bihîstî gotibû min marekî pirr mezin dît, ew jî dakete xişxişê. Rûniştinên dozê wê pêncşema bê dewam bikin.