Pêla koçberiyê ya şêniyên taxên rojhilatê Helebê, ber bi taxa Şêxmeqsûd ve her ku diçe zêde dibe. Bi gurbûna şerê di navbera çeteyên Koalîsyona Sûrî (KSN) û hêzên rêjîmê li taxên rojhilatê Helebê de, sivîlên ku ji ber şer direvin xwe dispêrin taxa Şêxmeqsûd. Hêzên YPG`ê jî li ser vî esasî korîdoreke insanî vekirin û heta niha bêhtirî 6 hezar sivîlên taxên rojhilatê Helebê ji komkujiyan rizgar kirin û ew gihandin cihên ewle.

Ambargo alîkariya insanî asteng dike

Hevseroka TEV-DEM`ê ya bajarê Helebê Hêvîn Silêman têkildarî mijarê de bang li saziyên alîkarî û navneteweyî kir da ku rewşa koçberên taxên rojhilatê Helebê ku li taxa Şêxmeqsûd bi cih bûne di ber çavan re derbas bikin û got, "Rewşa taxê ji ber ambargoyê zêdetirî salekê pirr xerab bûye. Ji ber vê yekê jî em nikarin hemû pêdiviyên koçberan bi cih bînin”.

‘Me cihên ewle ji koçberan re peyde kirin’

Hêvîn da zanîn ku bi destpêkirina pêla koçberiyê ber bi Şêxmeqsûd ve, meclîsa taxê yekser zend û bend badan û wiha pê de çû: "Me dikaribû cihên ewle ji koçberan re peyde bikin. Bi alîkariya Heyva Sor a Kurd û li gorî derfetên xwe, me alîkarî pêşkeşî koçberan kir".

‘Hewcedarî bi dermanan heye’

Hêvî Silêman da zanîn ku gelek ji sivîlên xwe gihandî taxê nexweş in û wiha peyivî: "Pirraniya sivîlan ji ber birçîbûnê û tirsê bi nexweşiyan ketine. Rewşa tenduristiyê li taxê jî gelekî dijwar e û derman pirr kêm in. Ji ber ku heta niha saziyên alîkariya insanî tu alîkarî pêşkeşî taxê nekirine".

Hevseroka TEV-DEM`ê ji saziyên insanî xwest ku rewşa taxa Şêxmeqsûdê di ber çavan re derbas bikin û alîkariya bi her awayî bidin koçberên ji taxên rojhilatê Helebê û wiha dewam kir: "Bi hatina zivistanê re rewşa koçberan dijwartir dibe. Nebûna cilên zivistanê û alavên germkirinê û bi zêdebûna koçberan re rewş her ku diçe xerabtir dibe”

‘Hejmara koçberan zêde dibe’

Li ser heman mijarê, Endamê Meclîsa Hevbeş a taxa Şêxmeqsûd, Yasir Tît axivî û da zanîn ku ev bû du roj, hejmareke mezin ji şêniyên taxên rojhilatê Helebê gihîştin taxa Şêxmeqsûd û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku diçe, hejmara koçberan zêde dibe, lê li aliyê din jî ambargoya li ser taxê û topbarana wê dewam dike".

‘Şêniyên taxê xwedî li koçberan derketin’

Tît anî ziman ku pirraniya kesên xwe gihandî taxê jin û zarok in û ji ber birçîbûnê nexweşî bi wan re çêbûne. Tît da xuyakirin ku tevî rewşa xerab a taxê, şêniyan hemû derfet û pêdiviyên xwe pêşkeşî koçberên ji rojhilatê Helebê kirin.

Endamê Meclîsa Hevbeş Yasir Tît bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî:”Êdî baweriya me bi t rêxistina qaşo insanî, nemaye. Ji ber vê yekê jî em hewara xwe digihînin wijdanê mirovan da ku li rewşa taxê binihêrin û alîkariyê pêşkeşî koçberan bikin".


MSD′ê ji NY´yê doza destekê kir

Meclîsa Sûriya Demokartîk (MSD) ji Neteweyên Yekbûyê (NY) xwest ku alîkariya lezgîn bigihîne koçberên ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûne.

Di daxuyaniya nivîskî de MSD´ê da zanîn ku tevahiya gelê Sûriyê di rewşeke zehmet re derbas dibe û ji bo koçeberên ji taxên rojhilatê Helebê jî got, ″Şervanên YPG′ê korîdorên ewle ji sivîlan re vekirin, û ew derbasî taxa Şêxmeqsûdê kirin ku çeteyan bi fermana Tirkiyê topbaran dikir."

Meclîsê bang li NY´yê kir ku madeyên alîkariyê ji koçberên li taxa Şêxmeqsûdê re peyde bike û kampekê ji wan re veke, her wiha diyar kir ku pêdiviya welatiyan bi alîkariya lezgîn heye, ji ber ku wan her tişta xwe li dû xwe hiştiye.

Meclîsê ji civaka navneteweyî wekî din xwest ku dagirkeriya axa Bakurê Sûriyê sînordar bike û destnîşan kir ku bidawîkirina dagirkeriyê armanca sereke ya têkoşîna niştîmanî ya gelê Sûriyê ye.

MSD′ê daxuniya xwe wiha bi dawî kir: ″Wek MSD´ê armanca me ew e ku bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê, em sîstemeke federal û demokratîk ava bikin.″


BERFÎN ROJ / SÎLVA MUSTEFA / ANHA / HELEB