Berpirsê pirtûkxaneyê Newzad Hirorî der barê rewşa pirtûkxaneyê de ji Radyoya Swêdê beşa Kurdî ji Beşîr Kavak re peyivî. Hirorî dibîje, alîkariya ku wezareta çandê û şaredariya Stockholmê didan pirtûkxaneyê êdî kêm dibe. Hirorî li ser alîkariya ji wezaretê dibêje, piştî bi salekê ev alîkarî kêm dibe, herçî alîkariya ji şaredariyê ye, jixwe îsal kêmtir bûye. Ev jî dike ku rewşa aborî ya pirtûkxaneyê her sal xirabtir bibe.


Ji bo dewamê alîkariya herkesî divê

Pirtûkxane gava sala 1997´an hat damezrandin, hukûmeta swêdê û şaredariya Stockholmê budceyeke 1 milyon û 300 hezar kronî jê re veqetandibû. Lê niha li gorî Hirorî mesrefên pirtûkxaneyê êdî ji alîkariya distîne dibihurin. Weke sedem Hirorî dibêje, heke alîkarî û dahata pirtûkxaneyê ji derveyî saziyên dewletî yên Swêdî kêm bibe,  alîkariya ji hikûmeta Swêdê û şaredariya Stockholmê jî kêm dibe. Ji ber rewşa heyî Hirorî bang li herkes, sazî û rêxistinê kir ku xwedî li pirtûkxaneyê derkevin û alîkariyê pê re bikin da ku hebûna pirtûkxaneyê dewam bike.

Li Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê 13 hezar pirtûk bi 30 zimanan hene, ji bilî van gelek kovar, belge û rapor jî hene li ser Kurd û Kurdistanê, û yên bi Kurdî jî wê dikin yek ji navendên girîng ên çand û wêjeya Kurdî. 


 STOCKHOLM