Li Hewengê yekem car jin dibe namzetê şaredariyê. Ev endam jî namzeta hevşaredar a BDP'î Fatma Dogan e. Namzetên jin bi armanca ku daxuyannameya jinê ya li ser esasê rengê jinê û bajarê ekolojîk hatiye avakirin têxin meriyetê. Namzetê BDP'ê armanc dikin ku di qada perwerde, tenduristî, ragihandin, tûrîzm û binesaziya bajar ji nûve xabetan bimeşînin.

Heta niha sîstem hebû

Li Hewengê niha şaredarî di destê Şaredar Hasan Arusoglu de ye ku 2 serdem in şaredariyê dike. Li gel 9 parlamenterên AKP'ê li dijî Arusoglu derketin jî dîsa AKP'ê wekî namzet nîşan da. Bavê Hasan Arusoglu, Mustafa Arusoglu, heta niha di partiyen wekî Demokrat, Adalet, Dogru Yolê de cih girt û herî dawî ji derbasî AKP'ê bû. Mustafa Arusoglu, di salên 1968-80'an de Şaredariya Hewagê kir. Di heman demê de xizmê Parlamenterê AKP'ê Mehmet Aksoy e. Ji ber ku heta niha şaredariyê tu xizmet nekiriye û Şaredarê niha dixwaze tesisa Disneylandê ava bike welatî bi fikar û hawar in.

Êdî BDP heye
Navçeya Hewengê, wekî gelek navçe û bajarên din heta niha bi destê begên malbat û eşîran hatiye rêveberin. BDP di hillijartina 2014'an de bi pergala Hevşaredar armanc dike ku ji vê pergala zilam, malbatî û eşîrî re bêje bes e û feraseta demokratîk, ekolojîk û zayendîya demokratîk pêş bixe. Niha namzetên Hevşaredar ên Hewengê yên BDP'ê Zeynel Taş u Fatma Dogan in. Namzet Fatma Dogan, anî ziman ku ew dê di vê hilbijartinê de Hewagê ji rewşa gund derxin û bikin navçeyek ekolojîk û nûjen. Dogan, destnîşan kir ku ev hilbijartin dê bibe referanduma jinê û gelê kurd.

Li vir jin nîne
Dogan anî ziman ku ji ber aliyê feodal jin nikarin tevlî siyasetê bibin û hemû endamên meclisê yên şaredariyê zilam in. Dogan, anî ziman ku BDP'ê rê li pêş jinê vekir ku tevlî jiyanê û siyasetê bibe. Dogan, anî ziman ku di serî de di qada aborî û civakî de jin di her qadê de rastî pirsgirekan tên û rê li pêş jinê tê girtin. Dogan, da zanîn ku di serî de ew dê Kooperatifan pêş bixin û navenda şêwirmendiyê yên jinan ava bikin. Dogan, destnîşan kir ku ji bo azadiya aboriyê bi dest bixin jî dê ji bo jinan projeyan ava bikin û hewl bidin ku jin di her qada jiyanê de çalak bibin. Namzetê din yê hevşaredariyê Zeynel Taş jî anî ziman ku heta niha li Hewengê xizmet nehatiye kirin û ew dê di her qadê de xizmeta demokratîk, ekolojîk, nûjen û bi edalet pêş bixin. 

DÎHA/RIHA