Dewletên îflasbûyî li Rojhilata Navîn rêbazên tûnd û nerm nemaye nacerîbînin, ji bo tepisandina maf û azadiyan niha jî serî li lêbazên xwe ya kevin didin û şensê li ser pê mayîna xwe carêkî din diceribînin.
Bi bikaranîna ol û mezheban hîna zêdetir dixwazin şer û nakokiyan tevbiden û bûna amura pêkanîna siyaseta hêzên navdewletî temenê xwe dirêj dikin.
Ji aliyekî Îran bi bi gûrkirina şer û bikaranîna hêzên şii li hin deverên Rojhilata Navîn û li hemberî wê jî Arabistana Siûdî bi bikaranîna mezheba Sûnî-Wehabî dixwazên şerê parastina hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn birêve bibe û xwe ji her guhartineke dûr bixe.
Tirkiye bi xwena Sûltantiyê dixwazê bereya Sûnnî xûrt bike û hem hegemonyaya xwe li herêmê xûrt bike û hem jî beşek ji hêzên Kurd li dij Kurdan bikar bîne.
Çend gotin û daxûyaniyên rayedarên Tirk aramanca wan zelal nîşan dide, dema Arteşa Tirk hêz birin nêzî Mûsilê û çend cihên din bicêh bûn Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çawuşoglû got; "Em diçin sûnniyan diparêzin". Berê digotin em diçin Tirkmenan diparêzin, ji sala 1996'an bi hezran serbaz, sedan tank û topê xwe li wir bi cêhkirin, niha jî bin navên parastina Sûniyan hem yekîneyên nû û çekên giran şandin û hem hêza xwe ya kevin li hemberê guhartin.
Bêgûman herkes dizanê kû li Îraqê hem Kurd, hem Tirkman û hem Erebên Sûnnî hene, hin alîgirên PDK jî venaşêrin û dibêjin; "Dema em dewletê îlan bikin, wê Tirkiye hem qebûl bike û hem jî biparêzê." Lê yekser bi devê rayedarên Tirk ev îda tên redkirin û dibêjin; "Em îznê nadin mîna Bakurê Îraqê li Bakurê Sûriye jî statûyeke ava bibe."
Bi vê konsêptê Tirk dixwazin hem Arabên Sûnî bihêz bikin, hem jî çavkaniyên petrolê kontrol biken û hem jî bi rêya Erabên Sûnî ku bi salane rayedarên wan cem xwe dihewînin rêya lûleyên petrolê ku ji saûdiye tên, kontrol biken û ya herî talûke jî bi fiîlî wê li hemberê Şoreşa Rojava mewziyan bigirin.
Ji bo piratîk kirina vê gavê hem Arteşê anîn û hem jî van rojên dawî li Hewlêrê hêzên Sûnnî ya Araban, bi tevlîbûna nûnerên ji Arabistana Saûdî û Qeter civîna sûnniyan liderxit. Qaşo rayedarên PDK nerazîbûn nîşan da ye kû qala şerê Peşmerge li hemberê DAIŞê û Alîkariya herêmê ji bo 1 Milyon û Nîv Penaberê arabê Îraqê li Başur nehatiye kirin, Ala Başur nehatiye danîn û tenê Ala Îraqê danîne.
Cihê civîn hatiye girêdan Hewlêr e ku weke paytexta Başur tê dîtin. Gelo çewa rayedarên herêmê nizanin kî tevlî civînê bibe û çewa were axaftin. Eger nizanin ew dem tê wataye ku herêm ji destê wan jî derketiye, herêmêke ku Arteşa Tirkan werê û dagîr bike û Sûniyên Îraqê bêyî Kurdan civînan liderbixin, ew ev wataya wê hebe: PDK di nava vê pilanê de ye, ji xwe Serokê PDK M. Barzanî meha bihorî çû Riyadê û pişt re jî çû Ankarayê. Piştî van hevdîtinan bûyerên mijara gotinê qewmîn.
Niha jî van rayedarên Kurd Başur xistine nava xetereyeke wisa ku rewşa tevahî ya Kurdan ber bi kaosê dibin. Beyî ku bi xwe bihesin pirgirêka Kurdan ji pirseke netewî û demokrasiyû dikin pirgirêke Sûnîbûnê û dixazin li gorî wê Kurdan jî bikarbînin.
Berxwedana gelê Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ev lîstik heta niha vala derxistiye, Gelê Kurd li Bakur bi berxwedan li hemberê hovêtiya dewleta Tirk hem vê siyasetê ret dike û hem jî elternatîfa xwe nîşan dide.
Elternatîfa Kurdan weke xeta sêyemîn hem lîstika sûnîkirina hem Şiîkirina Kurdan vala derxistiye. Pirsa Kurdan pirseke netewî û demokrasiyê ye. Bi bemzhebîkirina vê pirsê li ser bingeha berjwendiyên siyasî û aborî tenê ji bo demek kin belkî xizmeta partiyeke li Başur bike lê di demdirêj de derbe li hemû Kurdan dixe. Tekane rê pêkanîna siyaset û stratejiyeke netewî û demokratîke.