Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin, ku demeke dirêj e planekî dewleta Tirk ê ji bo dagirkirina Cerablûsê hebû û da zanîn, ev plan piştî rizgarkirina Minbicê bi cih hatiye. Her wiha KCK’ê diyar kir, DAIŞ‘ê di encama lihevkirinekê de Cerablûs radestî dewleta Tirk û çeteyên wê kiriye û got, “Hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê, ne DAIŞ e. Hedefa wan a sereke Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser dagirkirina Cerablûsê ji aliyê AKP’ê ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê da xuyakirin, dewleta Tirk ji bo bicihanîna planê xwe di destpêkê de bi rêkxistinkirina MÎT’ê bi destê DAIŞ‘ê li Dîlokê komkujî kir û bi vê komkujiyê ve hincetek ji bo dagirkirina Cerablûsê hat çêkirin. Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “ Ji bo dagirkirina Cerablûsê 60 mirov hatin qurbankirin, ku piraniya wan zarok in. Ev, yek ji sûcên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye.”
Hevkariya dewlet û DAIŞ’ê derket holê
KCK’ê da zanîn, bi lîstika Cerablûsê re hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ‘ê careke din derketiye holê û wiha dewam kir: “Piştî ku DAIŞ ji Minbicê hat avêtin, yekser plana derxistina DAIŞ‘ê ji Cerablûsê û bicihkirina çeteyên ser bi Tirkiyeyê pêk hat. Dewleta Tirk û çeteyên wê, DAIŞ ji Cerablûsê dernexistine. Bi rengekî lihevkirî DAIŞ’ê xwe ji Cerablûsê vekişandiye û li şûna DAIŞ‘ê dewleta Tirk û çeteyê pê ve girêdayî lê hatine bicihkirin. Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ne DAIŞ e; yekane hedefa wan Hêzên Sûriyeya Demokratîk e ku wê Sûriyeyê demokratîk bikin.
Hedef Hêzên Sûriyeya Demokratîk e
Ev êrîş li hemberî demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Êrîşa li dijî afirandina Sûriyeya demokratîk e, ku Kurd bi gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî, Durzî hewl dide vê demokratîkbûnê pêk bîne. Ji xwe rayedarên dewleta Tirk bi rengekî vekirî dan xuyakirin, ku hedef ne DAIŞ e. Eşkere kirin ku hedef Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk e, ku YPG û hemû gelên li herêmê di nav de cih digirin.
Hêzên navneteweyî jî, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên bi Tirkiyeyê re, vê êrîşê ji nedîtî ve tên. Ev çavê xwe miçkirin, nîşan dide ku ew jî Sûriyeyeke demokratîk naxwazin. Di nava têkoşîna hêza siyasî de bi her awayî têkiliyên qirêj dafirînin û gelan qurbanî berjewendiyan dikin.
Li ber vê êrîşê rabin
Armanc ji Federasyona Bakurê Sûriyeyê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser bingeha demokratîkbûnê dixwazin tevî hemû gelan ava bikin, xurtkirina yekîtiya Sûriyeyê ye. Ti armanca Kurdan û gelên li Bakurê Sûriyeyê ji bo parçekirina Sûriyeyê nîne. Tirkiye ji bo veşartina armancên xwe nîşan dide ku ev hêz dixwaze Sûriyeyê parçe bike. Tirkiye hewl dide gelên li Sûriyeyê bike dijminê hev û bi vî rengî li Sûriyeyê hesabên xwe pêk bîne. Yekane armanca dewleta Tirk ew e; pêşî li Kurdan bigire ku li ser bingeha bidestxistina mafên demokratîk nebin hêza bingehî a xurtbûna yekîtiya Sûriyeyê. Dixwaze pêşî li demokratîkbûnê bigire, nehêle pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din çareser bibin û bi vî rengî Sûriyeyê qels bihêle. “
Her wiha KCK di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê ev êrîşa Tirkiye bi hevkarên xwe dike, weke êrîşa li dijî hemû demokrasîxwazên li Rojhilata Navîn bê dîtin û ji ber vê yekê, divê hemû gelên demokrasî û jiyana azad dixwazin, li ber vê êrîşê rabin.
Banga geşkirina têkoşînê
Daxuyaniya KCK bi vî rengî dewam kir: “Girîng e Kurd û hemû hêzên demokrasiyê li hemberî van êrîşan li hev bicivin. Pêwîst e Kurd vê êrîşê ne tenê li hemberî Kurdên li Rojava bibînin. Divê weke êrîşek li dijî hemû Kurdan bibînin, bi vî rengî yekîtiya xwe xurt bikin, helwesteke hevpar nîşan bidin û têbikoşin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, çawa ku li hemberî êrîşên li dijî Rojava û Kobanê hêza xwe kirin yek û têkoşiyan, divê niha jî li hemberî vê êrîşê helwestê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin.
Dewleta Tirk bi destê DAIŞ’ê êrîşî Şoreşa Rojava û Kobanê kir. Piştî ku ev êrîşa bi destê DAIŞ‘ê hat kirin bi ser neket, niha bi xwe yekser êrîş dike. Lewma, gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û cîhanê, çawa ku li hemberî êrîşa li dijî Kobanê bi rengekî hevpar têkoşiyan, divê niha jî bi ruhê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Berxwedana Kobanê ya 6-7-8’ê Cotmehê rabin ser piyan, li hemberî van êrîşan Şoreşa Rojava biparêzin û têkoşîna ji bo demokratîkirina Sûriyeyê geş bikin.”
Çeteyan bi hev ketin
Di navbera komên çeteyan de yên girêdayî Tirkiyeyê ku Cerablusê dagirkirine, şer derketin û di vî şerî navxweyî de 80 çete mirin. Di vê navberê de Tirkan 7 tankên din anîn bajar.
Hate ragihandin ku komên çete yên AKP’ê ku pêr bêyî şer ketibûn nava Cerablusê, doh serê sibehê li hev ketin.
Li gorî agahiyan saet derdora 04.00’an de komeke çeteyan ku cilên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li xwe kiribûn, hewl dan ku ji bajar derkevin. Lê di wê navberê de bi komên din ên çeteyan re ketin pevçûnê. Hate gotin ku di pevçûnan de herî kêm 80 çete hatine kuştin. Her wiha ji malên taxa Hac Xelawî ya li rojavayê bajar, dûxan derdikeve. Hate gotin ku artêşa tirk 7 tankên din jî anîne bajar û herêmê didin ber topan.
NAVENDA NÛÇEYAN