
'Hemû nirxên Kurdistanê dihewîne'
Yildirim, der barê xebatên zanîngehê de agahî da û wiha got: "Li ser axa Kurdistanê gelek netew, reng û zimanên cuda bi hevre dijîn. Divê ev zanîngeh bibe bersîva daxwazên van reng, bawerî û gelan. Vakif dê hemû nirx û hevparên gelê Kurdistanê biparêze. Armanca Vakfê avakirina zanîngehekê e. Destpêka gelek gavên din e. Ji bo berjewendiyên gel û cemaweriyê me çend projeyên civakî amade kirin. Xebat dê di nava sistematik û fortametê de pêş bikeve. Vakif dê heviyên ku jê tê xwestin dirêj neke û di demek kin de zanîngehê ava bike."
'Kurdî zimanê çand û zanistiyê ye'
Yildirim, destnîşan kir ku ku ew di nava xebatên Vakfê de cih digire û dê hemû ziman û çandên Kurdistanî pêş bixin. Yildirim, da zanîn ku dê hevparên ziman û zanên Kurdistanê bikin zimanê perwerdehî û zanistiyê û wiha got: "Ji vê yekê tu fikar û gumanên min tune. Kurdî zimanê çand û zanistiyê ye. Berê jî li medreseyan û cihên din perwerdehiyên Kurdi dihat dayîn. Zanîngeha ku li vir bê avakirin dê nirx, ziman, çand û rastiya herêmê li ber çavan bigire û li gorî cewqerê herêmê xizmeta perwerdehî zanistî û ilmê bide. Di heman demê de dê pirsgirêkên civakî jî bigire dest.
'Em dê dîrokê referans bigirin'
Yildirim, da zanîn ku dibe ji bilî Amedê li Rihayê jî zanîngehek bi heman rengî ava bikin û Saîdê Kurdî 100 sal berê zaningeha bi 3 zimanan li vir xeyal dikir. Xeyala wî ya Medrese'tuz Zehra dibe ku îro ji aliyê neviyên wî ve bê avakirin. Ez bawer dikim ku li ser vê axa qedîm dê gelek zanîngeh bên avakirin û em dê dîrokê ji xwe re ferans bigirin. Îro 2 hezar û 500 sal wekî destpêka zanistiyê tê qebûlkirin. Weki destpêkar rewşenbiriyê tê qebûlkirin. Lê di rastiyê de tê zanîn ku di cihanê de zanîngeha ewil Eduba ye. Îro di berhemên erdkolojiya Harranê ya Rihayê de jî xuya dibe. Dîsa li Nisêbînê Dera Mor Yakup heye. Li vir Akademiya Nisibisê heye. Yunan û Roma ji felsefe û çanda Mezopotamyayê sûdê digirin. Ez dixwazim li vir 2 mînakan bidim. Pîsagorê Îonyayi bavê hêjmaran e. Sazumankarê zanistiya Matematikê ye. Lê divê neyê ji bîrkirin ku li Pîsagor ku Îtalya û Romayê Pisagorê xebat dimeşand 34 salan li Babilê hat perwerdekirin. Di war û berhemên dirokî de tê xuyakirin ku bingeha dîrok, perwerde, felsefe û zanistiyê li ser axa Mezopotamyayê geş bûye û belav bûye.
'Robotên ewil Kurdan çekirine'
Yildirim, destnîşan kir ku zanistî, çand, felsefe û matematîk li Kurdistanê pêş ketiye û wiha berdewam kir: "Li Medreseyên Kurdan di sedsala 10'emîn de pêvajoya hilberînê dest pê kiriye. Li Medresa Sor, li Medreseyên Miks, Bazid, Misûl, Zaxo û Hîzanê tê dîtin ku li vir dîrok, felsefe û zanistî pêş ketiye. Feqiye Teyran, Ahmede Xani, Elî Hariri, El Cezarî ku bingehê kompîtûr û teknolojiyê avêtiye çend kes ji zanyaran in.
Melayê Cizîrî, Said-i Kurdî ji çend zanyaran in. Robotê yekem ji aliyê El Cezerî ve hatiye destpêkirin.
'Mezopotamya dê heqîqeta xwe deyne holê'
Koordînatora SAMER'ê Welat Oktay Ay jî diyar kir ku dixwazin li hemberî heqîqata xapînok a rojava heqîqatekî nû ava bikin û Mezopotamya dê heqîqata xwe dîne holê. Ay, destnîşan kir ku erdnigariyaKurdan bi salan e di bin şer de maye û ji ber vê yekê di qada civakî û zanistî de nirxên dirokî yên Mezopotamyayê yên ku nasname, ziman, çand û rengên cuda xwedi dike êdî cilmisîne. Ay, da zanîn ku ji bo ev çavkaniya jiyanê ya ziman, çand, nasname û rengên cuda dîsa der bibe û xwedî bike pêdivî bi xebatên nû heye. Ay, da zanîn ku Vakif dê xebatên ku li gorî cewher, wate, armanc û naveroka rastîn lêkolînan bike bimeşîne û wiha got: "Em dê nirx û cewherên rastîn yê Mezopotamyayê ji nûve derxin holê. Ceribînên dibistanên Chigaco, Anales, Frankfurt Dibistana Welatiyên Demokratîk hene.
'Em dixwazin rejîma heqîqatek nû ava bikin'
Ay, da zanîn ku ji qada aboriyê heta hiqûqê û ji ekolojiyê heta jinê dixwazin di her qadê de li ser axa Mezopotamya
ji bo yekîtiya gelan xebatê bimeşînin. Ay, da zanîn ku dewlet li gori xwe pergala perwerdehiyê ava dike, lê ew dê li dijî vê yekê li ser aliyê rezen û dîrok, çand û felselefê perwerdehiya cewheri bidin.
DÎHA/ENQERE