Heyeta ji 7 kesan, li Walîtiyê bi walî Pascal Maîlhos re hevdîtin kir. Rojeva hevdîtinê 4 serenavên bingehîn bû. Di hevdîtinê de hat ragihandin ku girîng e Kantonên Rojava bi awayekî fermî werin naskirin. Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hinceta DAIŞ‘ê re qadên gerîla bombe dike û bi vî rengî operasyoneke berevajîkirina rastiyê dimeşîne.Hat ragihandin ku pêwîste endamê NATO’yê Fransa, dest ji hevkariya bi Tirkiyeyê re berde, destekê bide nûnerên qanûnî yên Kurdan û PKK’ê tavilê ji lîsteya rêxistinên ‘terorê’ derxîne. Walî Maîlhos dosya qebûl kir û anî ziman ku ew ê ji Wezîrê Karên Derve Laûrent Fabûîs û rayedarên hikûmetê re ragihîne.

Li dû daxuyaniyê de ji Partiya Çep a Fransayê Jean-Chrîstophe Schellîn daxuyaniyek da û got, „Weke komîteya piştgiriya Rojava, di hevdîtina saetekê ya bi Walîtiya Toûloûse re me ragihand ku divê kantonên ekolojîst, femînîst û laîk ên li Rojava ji aliyê hikûmeta Fransaye ve bên naskirin.“

Schellîn da zanîn ku weke endamekî girîng ê NATO’yê Fransa divê haya xwe ji van polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê hebe û destnîşan kir ku êrîşên Tirkiye îdîa dike li hemberî DAIŞ’ê kiriye, xapandin e. 

Schellîn diyar kir ku divê Fransa neyê vê lîstikê û ragihand ku divê hikûmeta Fransa êdî ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin bixebite û nûnerên Kurdan bibîne.    


 ANF/TOULOUSÊ