Li paytexta Belçîka Brukselê, civîna duyemîn a Hewldana Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E) hat lidarxistin. Tevî nûnerên HDK-E yên ji çar aliyên Ewropayê, Hevberdevkên HDK’ê Ertûgrûl Kurkçu, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û endamê Desteya Rêveber a HDK’ê Veysel Mete Elçî jî beşdar bû. 

Civîn li avahiya KNK’ê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û ji aliyê Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç û Hevseroka AvEG-KON’ê Şafak Arabaci ve hat birêvebirin.

Di civînê de Koçyîgît, Kurkçu û Elçî tecrûbe û pêşniyarên xwe yên li ser xebatên avabûna HDK’ê yên li welêt vegotin û nêrînên xwe yên li ser HDK-Ewropayê parve kirin.

Kiliç Koçyîgît da xuyakirin, ku HDK-Ewropa, tevî piştgirî û tevkariya xwe li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, neçar e bibe hêza çareseriyê ji bo pirsgirêkên li Ewropayê.

Kurkçu jî diyar kir ku ew civîneke dîrokî pêk tînin û got, “Hûn ne tenê rêxistinbûyînek ji bo Tirkiye û Kurdistanê ava dikin, ev rêxistinbûyîn dikare mudaxleyî Ewropayê jî bike.” Kurkçu da zanîn, ku divê ji bo Ewropayê bername û rêzikname bê amadekirin û got, “Divê mafên sazî û kesayetan bên dîtin.”

Tevî Elçî nûnerên saziyên bi navê NAV-DEM, SKB, AvEG-Kon, SYKP, KCD-E, Kesk-Çep, TJK-E, Meclîsên HDK ên li Berlîn û Hambûrgê, Meclîsên Welêt û gelek şexsiyetan mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe bilêv kirin.

Ji bo xebatên hewldanê bi hêsanî werin meşandin, di civînê de koordînasyonek ji 11 kesan hat hilbijartin. Di koordînasyonê de Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, Hevserokê AvEG-KON’ê Bakî Selçûk, ji SYKP Ewropayê Huseyîn Şenol, ji Kesk Çep Mehmet Cengîz, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, ji HDK-Hambûrgê Naîme Erdem Başarir, ji HDK-Fransayê Yûsûf Şahîn, ji SKB Ewropayê Sakîne Demîr, ji NCDK-Hollandayê Hulya Naciye Laçîn cih girtin. Ji HDK-Îngilîstanê û KJK-E jî wê piştre du endamên koordînasyonê bên diyarkirin.


 ANF/BRUKSEL